Leşkeran êrîşî Dewşen jî kirin

Leşkeran êrîşî Dewşen jî kirin

Leşkerên ku li gundê Etmanek êrîşî gelê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ rawestînin nobetê digirin vê carê jî li gundê Dewşen êrîşî gel kirin.

Êrîşên polîs û leşkeran ên bi ava şid û bombeyên gazê li gundê Etmanek li gundê Dewşen jî destpê kirin. Leşkerên bi hezaran kesên çalakiya nobetê digirin ji du aliyan ve dorpêçkirin bêyî hişyariyan ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê diavêjin gel. Berxwedana ciwanan a li gund û derdora wê û êrîşa leşkeran didome.