Leşkeran avêtin ser konê çareseriyê
Leşkeran avêtin ser konê çareseriyê
Leşkeran avêtin ser konê çareseriyê
Konê çareseriyê yê ji aliyê DOKH'ê ve li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê hat vedan, li serdegirtina leşkeran rast hat.
Konê çareseriyê yê ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê, ji aliyê DOKH'ê ve li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê hat vedan, doh êvarê li serdegirtina leşkerên ser bi Fermandariya Tabûra Millî ya Tirk rast hat.
Di encama serdegirtina bi biryara Dozgeriya Komarê ya Şirnexê de, pankart, dowîz, al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin desteserkirin.
Der heqê serdegirtina leşkeran de, tê payîn di saetên pêş de ji aliyê DOKH û rêxistinên civakî yên demokratÎk ve daxuyaniyek li çapemeniyê were dayîn.