Leşkeran avêtin ser gundekî Wanê

Leşkeran avêtin ser gundekî Wanê

Leşkerên Tirk îro danê sibê avêtin ser gundê Setmanis ê ser bi navçeya Wan Mehmûdiyê.

Hate zanîn ku leşkerên Tirk bi ser gundê Şetmanis a girêdayê navçeya Mehmûdiye ya Wanê de girtin. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, leşkeran seat li dora 05.30'an  bi 3 maşîneyên zirxî hatine gund û li mala welatiyê bi navê Salîh Ozbey lêgerîn pêk anî.

Di serdagirtinê ti kes nehatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku, ji bo sedema serdegirtinê jî leşker Tirk gotine "Gerîlayên HPG'ê tên gund û hûn alîkarî didin wan" bi ser gund ve girtine.