Leşkeran ajot nav erdê mayinkirî çeteyan jî gulebaran kirin
Leşkeran ajot nav erdê mayinkirî çeteyan jî gulebaran kirin
Leşkeran ajot nav erdê mayinkirî çeteyan jî gulebaran kirin
Piştî ku YPG/YPJ'ê gundê Til Şeîr ji çeteyê DAIŞ'ê paqij kir welatiyên ku xwestin vegerin gundê xwe wesayîtên xwe yên li ser sînor siwar bûn lê rastî êrîşa leşkerên Tirk û êrîşa çeteyan hatin. YPG/YPJ'ê welatî ji çeteyên DAIŞ'ê xelas kir.
YPG/YPJ'ê gundê Til Şeîr û girê wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir û girtin bin kontrola xwe. Li ser vê welatiyan xwestin biçin gundê xwe. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin welatiyên ku bi 10 TIR'an xwestin biçin gundê xwe leşkerên Tirk nehîştine xeta sînor bi kar bînin û gule berdane hewa û berê welatiyan dane zewiya bi mayin. 10 TIR'an bere xwe dan rêya bi mayin û çûn lê vê carê jî rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin. Çeteyên ku xwe li wesayîta markeya Fiat Doblo de veşartîbûn welatî dan ber guleyan. YPG'ê ev rewş ferq kir û gule berdan çeteyan û çete reviyan. Welatî jî bi tevî wesayîtên xwe ber bi gundê xwe ve bi rê ketin.
Leşkerên Tirk jî tenê ev bûyer temaşe kirin. Bi dehan caran hatibû ispatkirin ku leşkerên Tirk xeta sînor ji çeteyan re vekiriye. Çeteyên ku weşana zindî de jî hatin dîtin duh carek din rêya trênê re derbas bûn û derket holê ku çete sînorê Tirkiyeyê bi kar tînin.