Leşker û girtiyên firarî li Kobanê ne: Me hew tehemul kir
Leşker û girtiyên firarî li Kobanê ne: Me hew tehemul kir
Leşker û girtiyên firarî li Kobanê ne: Me hew tehemul kir
Di berxwedana Kobanê de ji her 4 parçeyê Kurdistanê welatî cihê xwe digirin û bi vê helwesta xwe nîşan dan ku Kobanê Kurdistan e. Ji bakurê Kurdistanê gelek ciwanên ku ji leşkeriyê û ji zindanên servekirî fîrar kirine, welatiyên ku zarokên xwe yên di pêçekê de li pişt xwe hiştine û hatine hene. Dîsa gelek Kurdên ku bi deh salan e li bajarên Tirkiyeyê yên wek Trabzon, Kocaelî, Denizlî û Antalya rûdinin jî dest ji her tiştî berdane û hatine di çeperên şer de ligel şervanên YPG û YPJ’ê mil bi mil şer dikin.
Berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Kobanê kete roja 35. Li Kobanê ligel şervanên YPG û YPJ’ê welatiyên sivîl jî di şer de ne. Her wiha ji Bakur, Rojhilat, Başûr, Kantonên Cizîr û Efrîn jî gelek ciwan û welatiyên temen mezin li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Kobanê û bi çek û rextên li milê xwe, li gel şervanên YPG’ê mil bi mil li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Dema em li nava Kobanê geriyan em rastî komek ciwanên bakurî hatin. Ciwanên ku ji Derya Reş, Denîzlî, Kocaelî, Edene, Mûş, Bedlîs, Gever, Riha, Wan, Amed, Sêwereg, Pirsûs, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û Erzerom hatine Kobanê, diyar dikin ku xîreta wan qebûl nekiriye û berê xwe dane keleha berxwedanê. Di nava van ciwanan de ciwanekî ku li Amasya Merzîfon leşker bûye û fîrar kiriye jî heye, ciwanekî ku ji Girtîgeha Servekirî ya Çewligê fîrar kiriye jî welatiyekî ku 5 zarokên wî hene û 2 roj berê zarokeke wî yî din jî hatiye dinyayê jî heye, welatiyê ku zaroka xwe ya 21 rojî li pey xwe hiştiye jî. Ev welatiyên Bakur tev jî dibêjin ku ew li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Kobanê û heya dilopek xwîna wan hebe jî dê berxwedana xwe bidomînin.
Welatiyên ku bi çek û rextên xwe niha Kobanê diparêzin mebesta xwe bi me re parve kirin.
Yilmaz Kobanê ciwanekî ji Sêweregê ye. Kobanê dibêje ku li cihê berxwedan hebe bêdengî divê çênebe û wî jî ji bo vê yekê tehemulî bêdengiyê nekiriye. Yilmaz Kobanê anî ziman ku ev 8 roj e ew li Kobanê ye û wiha dibêje: “Min di vî 8 rojî de rêhevaltî dît ruhê berxwedanê dît. Ez bi hatina vir pir kêfxweş im û bang li her ciwanekî dikim da ku werin Kobanê û têbikoş in.”
Servet Ozkalsin ji Tekmana Erzeromê ye û ji leşkeriyê fîrar kiriye. Ozkalsin dibêje ku ew ji gundê Susuz e û wiha axaftina xwe didomîne: “Ez li Fermandariya Ana Jet ya 5. a Perwerdehiya Leşkerên Hewayî ya Merzîfona Amasya 8 meh leşker bûm. Min êdî tehemulî zilma li ser gelê Kurd nekir. Min fîrar kir ji leşkeriyê û ev 4 roj e li Kobanê me. Li cihê ku ev êrîşên hovane li ser Kobanê hebûn wijdanê min qebûl nekir û ez tevlî YPG’ê bûm.”
Ji Rihayê Lamî Kanat jî diyar dike ku wî salekê leşkerî kiriye û wiha dibêje: “Piştî ku ev êrîşên li ser Kobanê zêdebûn êdî tehemula min a temaşekirinê nema. Her roj li cihê ku ez li benda xebereke xêrê bimînim diviya bû tevlî têkoşînê bibûma. Dema min şervanên YPG û YPJ’ê didîtin êdî min ji xwe şerm dikir. Nedibû ez ling bavêjim ser ling û tenê temaşe bikim. Li vir xwişk û birayên me şer dikirin û ez jî li wir rûniştîbûm. Min êdî tehemul nekir û ez hatim tevlî vê dozê bûm.
Ji Mûşê Birûsk Kendal jî dibêje kaxeda wî ya leşkeriyê hatiye û li cihê ku here leşkeriya Tirkiyeyê bike ew hatiye Kobanê. Kendal wiha hestên xwe anîn ziman: “Li cihê ku ez herim leşkeriyê min biryar da ku ez li Kobanê leşkeriya xwe bikim. Ger Kobanê bikeve em ê tev bikevin. Ji bo ez bêhna azadiyê bistînim hatim Kobanê.”
Welatiyê bi navê Mustafa Bîngol jî ji Sêweregê hatiye Kobanê. Bîngol dibêje ku zorekeke wî ya 13 salî heye û malbata xwe li pey xwe hiştiye hatiye Kobanê. Bîngol wiha got: “Ez zewicî me û zarokeke min heye. Êdî şeref û heysiyeta min qebûl nekir. Lewre em dizanin ketina Kobanê ketina Kurdistanê ye. Divê hemû kurd vê zanibin. Em ê li vir ji bo Kobanê li ber xwe bidin. Heya yek kurd bimîne û heya dilopek xwîn di laşê me de bimîne em ê wê ji bo vê xakê birijînin û li ber xwe bidin. Êdî cudahiya Kurdê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê nîne. Ev meseleya şerefê ye êdî. Eger Kobanê bikeve dê şerefa me binpê bibe.”
Ji Edeneyê Welat jî dibêje ku ew ji bo azadî û serfiraziya Kobanê hatiye û ji ber tevlî vê şoreşê bûye kêfxweş e.
Mazlum Tekman ji navçeya Tekmana Erzeromê ye; lê li Denîzlî rûdinê. Tekman dibêje ku ew ji Denîzlî bi pey azadiyê ketiye û hatiye Kobanê. Tekman wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Xwişk û birayên me, rêhevalên me li vir di çeperên şer de di nava têkoşînê de ne. Ez jî ji bo barê wan siviktir bikim hatim û niha wijdanê min rehet e.”
Îbrahîm Vahap Kurdekî ku li Derya Reş mezin bû ye û niha li Kobanê ji bo serfiraziyê têdikoşe. Vahap wiha dibêje: “Ez ji Trabzonê hatim. Ez bang li hemû derdorên çepgir, sosyalîst û demokrat dikim. Bila ji bo Kobanê hestiyar bin. Ev berxwedan tenê ne ji bo gelê kurd e ji bo hemû mirovahiyê ye û berxwedaneke wijdanî ye.”
Penaber Amara jî ji Xelfetiyê ye û dibêje ku ji gundê wan tu kes ji ber beşdarî şoreşê nebûye wî xwestiye pêşengtiyê bike. Amara hestên xwe bi vê hevokê tîne ziman: “Wijdanê min bi rûniştinê ne rehet bû ji ber vê yekê jî ez hatim Kobanê.”
Şoreş Gever jî ji Geverê ye û dibêje ku ji bo parastina xaka Kobanê hatine û wiha got: “Heya em çeteyên DAIŞ’ê ji xaka Kurdistanê derînin em ê li vir bin.”
Şervan Farqînî ji Girtîgeha Servekirî ya Çewligê fîrar kiriye û hatiye Kobanê. Farqînî ku ji Amedê ye sedema hatina xwe ya Kobanê bi van gotinan tîne ziman: “Di girtîgehê de her roj min di televîzyonê de êrîşên DAIŞ’ê yên li ser xaka Kurdistanê didît û ez aciz dibûm. Êdî min hew îdare kir û min rojekê fîrar kir û berê xwe da Kobanê. Ez ji bo azadiya Kobanê li vir im.”
Jêhat Pirsûs jî ji ber ku ev şer û êrîş tev nêzî wî qewimîne hew îdare kiriye. Pirsûs bavê 5 zarokan e û zaroka wî ya herî biçûk 21 rojî ye. Pirsûs wiha dibêje: “Min tev li pey xwe hiştin û hatim Kobanê. Ez li vir bang li hemû kesî dikim. Kesên ku destên wan çek digirin bila werin Kobanê. Heya em Kobanê azad nekin em nikarin Kurdistanê azad bikin.”
Ciwanê bi navê Mazlum Doruk jî ji Êlihê hatiye Kobanê. Doruk dibêje ku ew kurê malê yê bi tenê ye û wiha got: “Ez pê hesiyam ku xwişk û birayên min di bin şert û mercên zehmet de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin û ez rabûm hatim vir. Ji bo Kobanê bin nekeve pêdivî bi her kurdekî hebû û ji bo vê yekê jî min rola dikeve ser milê min bi cih anî. Kobanê dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike ji ber vê yekê jî em ê nehêlin Kobanê bikeve.”
Welatiyê bi navê Hêja jî ev 22 sal e li Antalya dijî û ji Şirnex e. Hêja dibêje ku ew li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye Kobanê û wiha dibêje: “Heya em Kobanê rizgar nekin em venagerin.”