‘Leşker û çete duh bi şev li sînorê Kobanê Hevdîtin pêk anîn’
‘Leşker û çete duh bi şev li sînorê Kobanê Hevdîtin pêk anîn’
‘Leşker û çete duh bi şev li sînorê Kobanê Hevdîtin pêk anîn’
Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'e û leşkerên Tirk şevê din li herema sînor hevdîtinek pêk anîne. Gundiyên Boydê ku ev hevdîtin bi çavên xwe dîtine diyar kirin ku çete bi wesayîtan hatine û leşkeran jî hin tişt dane van çeteyan.
Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'e û Leşkerên Tirk şevê din li gundê Boydê ya li ser sînorê Kobanê hevdîtinek pêk aniye. Gundiyan Boydê diyar kirin ku boneya bikarin bi çeteyan re rehetî hevdîtin bikin, leşkerên Tirk êrîş li welatiyên ku li ser sînor nobetê digirin kirine û dan zanîn ku heman şevê leşkerên Tirk bi çeteyên DAIŞ'ê re hevdîtin pêk anîne. Gundiyan destnîşan kir ku çete bi minîbusekê hatine heremê. Gundiyê şahidê bûyerê Fuat Tîlgen, derbirî ku li ser dengê çekan derketine derve û wê demê dîtine ku hin niştecihên Kobanê ku heywanên xwe derbasî vî alî dikirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin û îşkence li wan dihate kirin. Tilgen, wiha axivi: "Piştre saet di 00.00'an de minîbûsa spî ya camên wê hatine reşkirin têl derbas kirin û xwe berdan nava welatiyên Kobanê yên li ser sînor. Ev minîbûs ev bi rojane li van deran digere. Çend caran dengê teqandina guleyan hat. Piştî welatî ji heremê reviyan, vê car qêrîna gelek kesan hate guhê me. Hema bêje demek derbas bû vê carê minîbûsek din hate cihê bûyerê û li vir bi leşkerên tirk re hevdîtin pêk anîn. Leşkeran hin tişt dane wan. Em nizanin çi bû."
'HEYA SERÊ SIBEHÊ ÎŞKENCE LI ZAROKÊN KOBANÊ KIRIN'
Tilgen, diyar kir ku piştî kiryariyên leşkerên Tirk êrîşa li hemberî Kobaniyan berdewam kir û zarokê Kobanî yê girtin bi seatan îşkence lê kirin û wiha got: "Her darê li wî zarok didan dengê wî heya cem me dihat. Dema li zarok didan gotina 'Yek Tirkiye, du Tirkiye, sê Tirkiye' pê didan gotin. Piştre me lempeya destan da wir. Leşkeran zarok berdan û çûn panzerê. Êdî seat 05.00 sibehê bû û bûyer bi dawî bibûn."
Welatiyên ji Kobanê Mahmud Îbrahîm ê ku rastî îşkenceya leşkerên Tirk hatî jî wiha got: "Dema me xwest em derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin leşkerên Tirk bi qontaxên çekan û copan êrîşî me kir. Piştî li me da ez û hinek kesên din avêtin nav têlan. Berî min bavêjin wir qirika min girtin û hewl dan min bixeniqînin. Min jî xwe wek mirî nîşan da kir û neçar man ez avêtim wir. Piştre ez ji nava têlan derketim û çûm gundê Boydê."
Şergo Şexo jî diyar kir ku dema xwest sînor derbas bike leşkeran malbatekî pêşiya wî girtin. Şexo, anî ziman ku kesên pîr û zarok jî rastî lêdana leşkeran hatin û wiha got: "Leşkeran jin û zilamê girtin bi wesayîta zirxî ve girêdan û li erdê bi mayîn re kaşkirin."
Şexo, anî ziman ku ewil li sînor wesayîteke aîdî çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Til Şêar ve hat û li xeta trênê derbas kir û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê ji malbatan re gotin wesayîtên xwe ji herêmê bigirin û derkevin. Piştî welatiyan got ku ew naçin bi çekan gefên mirinê li wan xwarin. Piştî welatiyên Kobanê bi zorê ji wir hatin qewitandin hatin sînorê Tirkiyeyê. Piştre ji qereqola leşkerên Tirk wesayîtek hat û bi wan re axivî. Ji çeteyên DAIŞ'ê yekî ji leşkerên Tirk re tercûmanî kir. Piştî axaftinek kurt ji aliyê Tirkiyeyê wesayîtek hat û tiştê tê fêmkirin sindoq in li wesayîta DAIŞ'ê bar kirin."