Leşker bi zanebûn Ortakaya qetil kir
Leşker bi zanebûn Ortakaya qetil kir
Leşker bi zanebûn Ortakaya qetil kir
Aktîvîsta Platforma Azadiya Civakî sosyolog Kader Ortakaya ya 28 salî, ku di êrîşa leşkeran a bi bombeya gazê û guleyên rastî ya li çalakiya zincîra ji mirovan a hunermendên li ser sînor de jiyana xwe ji dest da, 25 roj in li ser sînor nobed digirt. Ortakaya berî du rojan beşdarî bernameyeke Stêrk TV bûbû û gotibû, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, cihê lê tovên azadiyê şîn dibe biparêzin, li wir şer bikin û heta wir azad bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Hunermendên ji Hewldana Hunerê ya Azad, dema dixwestin li ser sînor zincîra ji mirovan çêbikin, rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û fîşekên bira hatin. Leşkerên Tirk di heman demê de gule li Kobaniyî û ciwanên li aliyê din ê sînor reşandin. Di encama gulereşandinê de Kader Ortakaya ya li aliyê Kobanê bû, bi guleya li serê wê ket, jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku dema Ortakaya xwestiye derbasî Kobanê bibe rastî gulereşandina leşkerên Tirk hatiye. Cenazeyê Ortakaya rakirin nexweşxaneya li Kobanê. Hat diyarkirin ku cenazeyê Ortakaya wê piştre ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bînin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
25 ROJ IN LI SER SÎNOR NOBEDAR BÛ
Ortakaya ya ji Sêweregê, ku li Stenbolê dijiya, endama Platforma Azadiya Civakî bû. Ortakaya ya di sala 1986'an ji dayik bû mezûna sosyolojiyê bû û di heman demê de li Zanîngeha Marmarayê Master dikir. Ortakaya ya di nav akademiya jinê ya Amedê de cih digirt, nêzî 25 rojan li gundên Mehser û Miseynterê li ser sînor nobed digirt. Ortakaya ya di çalakiyên Gezî de jî amade bû, bi hestyariya xwe ya ji bo bûyerên civakî û demokratrîk dihat naskirin.
HETA BÊ AZADKIRIN...
Ortakaya pêr beşdarî bernameyeke Stêrk TV ya ji aliyê rojnamevan Hayrî Demîr ve hat pêşkêşkirin bûbû. Di bernameya li gundê Miseynter cihê nobeda berxwedanê de Ortakaya ev yek destnîşan kiribû: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, cihê lê tovên azadiyê şîn dibe biparêzin, li wir şer bikin û heta wir azad bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Û SERPÊHATÎPEREST DIKEVIN SER VAN RÊYAN...
Di 30'ê Îlonê de dema li ser sînor bû, li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsandibû: "Her şoreş bi çirûskeke biçûk destpê dike. Û di serê lûleya her tivingê de agirekî jiyanê heye. Xewnên bi vî rengî yên mezin jî bi rêwîtiyan destpê dike. Û serpêhatîperest dikevin ser van rêyan."