Lêpirsîn di derbarê pirtûka girtiyê siyasî Seîd Yildirim de hate vekirin
Lêpirsîn di derbarê pirtûka girtiyê siyasî Seîd Yildirim de hate vekirin
Lêpirsîn di derbarê pirtûka girtiyê siyasî Seîd Yildirim de hate vekirin
Girtiyê siyasî M. Seîd Yildirim ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne têkildarî pirtûka wî ya bi navê “Uygarlığin Doğuşunda Kültür ve Kürtler (Di derketina Şaristaniyetê de Çand û Kurd)” ji aliyê Serdozgeriya Kuçukçekmece ya Stenbolê ve lêpirsîn hate vekirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, têkildarî pirtûka ku çapa wê di Mijdara 2012’an de hate kirin de 27’ê Adarê M. Seîd Yildirim birin edliyeya Amedê, lê Yildirim xwest îfadeyê bikurdî bide. Di wê navberê de tesaduf parêzerên li wir yên Yildirim nasdikin, bi derfetên xwe werger anîn û îfadeyên Yildirim girtin.
Di nava mehekê de têkildarî 4 pirtûkên di Weşanxaneya Aram de derketîn bi sûcdarkirin “propaganda û pesnê rêxistinê kiriye” lêpirsîn hate vekirin. Weşana Aramê da diyarkirin ku, lêpirsîn didome, balkişande ser ku, pirtûkên ku li gorî 4’mîn Paketa Darazê hatine serbest kirin jî lêpirsîn derbarê wan de hatine vekirin.