Kurên endamê JÎTEM’ê du zarok revandin
Kurên endamê JÎTEM’ê du zarok revandin
Kurên endamê JÎTEM’ê du zarok revandin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê camên Salona Xwendinê ya Selahattîn Eyubî ji aliyê du zarokan ve hatin şkandin û hate îdîakirin ku her du zarok ji aliyê kurên endamê berê yê JÎTEM’ê Kamîl Atak ve bi zorê xistine wesayîtekî û revandine.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kantona Kobanê ya Rojava şermezer kirin, bi keviran camên Salona Xwendinê ya Selahattîn Eyubî ya nêzîkbûna xwe ya ji bo Cemeata Fetullah Gulen ve tê zanîn şkandin. Piştî bûyerê hate îdiakirin ku kurên sercerdevanê û endamê berê yê JÎTEM’ê Kamîl Atak hatine û 2 zarok bi hinceta ku kevir avêtine bi zorê xistine wesayîtekî û birine.
navê zarokên ku hatine revandin û cihê ku birine nehatiye zanîn.