Kurekî wî li Kobanê yek jî li Şengalê ye
Kurekî wî li Kobanê yek jî li Şengalê ye
Kurekî wî li Kobanê yek jî li Şengalê ye
Birayê şervanê YPG'ê Mevlan Sag (Geliyê Serhad) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Firat Sag (Bahoz Çiya) jî li Şengalê li hemberî çeteyan şer dike. Bavê Mevlan Sag, Mazhar Sag jî li şuna ji bo cenaze bigire biçe ber nexweşxaneyê tevlî berxwedana nobetê ya li ser sînor bû.
Bira Firat û Mevlan Sag ên ji bajaroka Altinova a Mûşê, li Kobanê û Şengalê tevlî têkoşînê bûn. Çîroka her du birayan ku, li Kurdistanê gelek çîrokên wiha hene, wekî çîroka hemû Kurdan e. Malbata Sag, piştî komkujiya Vartînisê ya di sala 1993'an de li Mûşê pêk hatibû, koçî Stenbolê kir. Du zarokên malbata Sag, li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan bêdeng neman û berê xwe dan nava refên berxwedanê û Firat Sag (Bahoz Çiya) (18) li Şengalê Mevlan Sag (Geliyê Serhed) (21) jî li Kobanê tevlî nava refên berxwedanê bûn.
Firat hê li Şengalê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de şer dike. Birayê wî Mevlan jî mixabin di 12'ê Cotmehê de li Kobanê, di enîşa şer de dema dixwest hevalên xwe yên birîndar ji çeperan derxe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sag, ev hefteyeke li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê tê rawestandin û nadin malbatê. Bavê Sag, Mazhar Sag diyar kir ku cenaze teşhîs kirine, lê dozgeriyê gotiye ku wê piştî testa DNA'yê cenaze radestî wan bê kirin. Sag, da zanîn ku ev çend roj e li benda cenaze ne. Sag li şûna ku li ber deriyê nexweşxaneyê bimîne, li ser sînor tevlî bexwedana nobeta ji bo Kobanê dibe.
'DEWLET KURDAN DIXAPÎNE'
Bav Sag, ku kurekî vî di çeperên şer de jiyana ji dest da, yek jî jî hê di şer de ye destnîşan kir ku ev ne tenê zarokên wî ne û got, "Ew zarokê hemû gelê Kurd in." Sag ku hestên xwe anî ziman da zanîn ku dewleta Tirk ev sedsal e Kurdan dixapîne û tu carê dev ji dijminiya xwe bernade. Sag, derbirî ku herî dawi saetek beriya ku kurê wî Firat jiyana xwe ji dest bide bi wî re telefone axiviye û wiha pêde çû: "Kurê min ji min re got, 'Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne, em ê şer bikin. Em ê bimirin, lê Kobanê nakeve'. Berxwedana Kobanê wê di dîrokê de bi tîpên zêrîn cihê xwe bigire. Divê gelê Kurd jî xwedî vê berxwedana bêhempa derkeve."
Sag, herî dawî di berdewamê de bertek nîşanî gotinen Serokomarê Tirk Erdogan da û got, "Dawiya Erdogan wê bibe weke ya Saddam."