Kurdên li Hannoverê ji bo Kobanê rabûn ser piyan
Kurdên li Hannoverê ji bo Kobanê rabûn ser piyan
Kurdên li Hannoverê ji bo Kobanê rabûn ser piyan
Bi zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞê yên li hemberî Kobanê re, mîna li gelek bajarên Elmanyayê li Hannoverê jî duh bi şev Kurdistanî û dostên wan li ser piyan bûn. Komek ku piraniya wan ciwan bû, duh bi şev balafirgeha Hannoverê dagir kirin.
Girseya gel a ku nêzî 400 kes bû xwest, li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonên hewayî yên bi bandor werin kirin. Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir û pankarta bi nivîsa "Dawî li tevlîbûna ji Elmanyayê li nav DAIŞ'ê bînin" hilda.
Li ser destwerdana polîsan ciwanan dirûşmên "Tirkiye destek dide, DAIŞ lê dide" qîriyan û belav bûn. Di heman saetê de li gara trenê ya navendî ya Hannoverê jî xwepêşandanek hebû. Nêzî 2 hezar kesî, bi dirûşman êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin. Xwepêşandêr heta ber destê sibehê rawestiyan.
Kurdistaniyan danê sibê li ber gara trenê ya Hannoverê standa agahdarkirinê ya ji bo Kobanê vekirin û belavok belav kirin. Dem û cihê çalakiyên ji bo Kobanê li derdora Hannoverê bên lidarxistin wiha ye:
- Hameln, îro saet di 17:00 de meş
- Hildesheim, di 8'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 15:00 de meş
- Nienburg, di 9'ê Cotmehê roja Pêncşemê saet di 17:00 de meş
- Celle, di 10'ê Cotmehê roja Înê saet di 17:00 de meş

