Kurdê li rastî îşkenceya koma çekdar hat jiyana xwe ji dest da
Kurdê li rastî îşkenceya koma çekdar hat jiyana xwe ji dest da
Kurdê li rastî îşkenceya koma çekdar hat jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl ê 54 salî ku li Helebê di 3’yê Nîsanê de ji aliyê koma çeta ya girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ve hatibû girtin û hovîtiya ku 3 rojan lê hatiye kirin ji ANHA’yê re vegotibû, jiyana xwe ji dest da.
Îbrahîm Xelîl, di 3’ê Nîsanê de li Taxa Seken El-Şebabî ya Helebê ji aliyê koma çeta ya girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ve hatibû girtin û 3 rojan di îşkenceyak hovane re hatibû derbaskirin. Xelîl, piştre jî li Taxa Eşrefiyê avêtibûn ber rê û piştre bi derfetên xwe hatibû Taxa Şêxmeqsud. Xelîl ku rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Helebê, jiyana xwe ji dest da.
Doxtoran destnîşan kirin ku Xelîl, îşkenceyek gelekî zêde dîtiye, bi taybetî îşkenceya bi ceryanê lê hatiye kirin û di encamê de gulçikên wî rawestiyane.