Kurdê 55 salî li Helebê winda bû

Kurdê 55 salî li Helebê winda bû

Welatiyê Kurd ê bi navê Osman Mistefa Elî (55) ku 5 roj beriya niha ji Navçeya Raco ya Efrînê çûbû Helebê, winda bû.

Malbata welatiyê bi navê Osman Mistefa Elî (55) diyar kir ku Elî beriya 5 rojan ji bo ku mehaneya (meaş) xwe bigire, ji mala xwe ya li Gundê Hesen Kekawê yê Raco çûye Helebê û ji wê rojê de agahî jê nayê girtin.

Piştî windabûna Elî kurê wî çû Helebê û li Şirketa Îskan Eskerî ya ku bavê wî lê kar dikir, pirsa bavê xwe kir. Rayedarên şirketê jî diyar kirin ku Elî meaşê xwe girtiye û ji şîrketê derketiye.

Malbata Elî xwest ku kesên agahî ji Osman Mistefa Elî girtine bi riya van numareyên telefonê li wan bigerin:  5398904393/0090-5380746141/ 0090- 5394872550/0090