'Kurdan li Rojava bi vîna xwe Xweserî îlan kirin'
'Kurdan li Rojava bi vîna xwe Xweserî îlan kirin'
'Kurdan li Rojava bi vîna xwe Xweserî îlan kirin'
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) şaxên Amed, Meletî, Dêrsim, Dîlok û Nûrhaqê, bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyên nivîskî weşandin û gotin, "Tirkiyê bi firsenda şerê navxweyî yê li Sûriyê re, leşker li ser sînor dagirt û hewl da şoreşê bifetisîne. Ji ber ku gelê me xwedî li şoreşê derket, ev plan têk çû. Lê belê, hînê rêxistinên hov ên mîna El Nûsra xwedî dike û van hewldanên xwe dewam dike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê beriya salekê, bi vîna xwe Xweserî îlan kiriye û weha hat gotin: "Gelê Rojava yê li dijî asîmîlasyon, tinekirin û zexta bi salan a rejîma mêtînger li dijî gelê me rawestiya, tevlî raperîna paşverû ya nokerên emperyalîst nebû, di heman demê de xwe ji paşverûtiya Esad jî rizgar kir û xaka xwe ya azad afirand. Tirkiyê bi firsenda şerê navxweyî yê li Sûriyê re, leşker li ser sînor dagirt û hewl da şoreşê bifetisîne. Ji ber ku gelê me xwedî li şoreşê derket, ev plan têk çû. Lê belê, hînê rêxistinên hov ên mîna El Nûsra xwedî dike û van hewldanên xwe dewam dike."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hewldan bi kêrî tiştekî nayên û hat diyar kirin ku gelê Kurd rêveberiya xwe ya cewherî hem ji aliyê siyasî û leşkerî hem jî ji aliyê civakî ve ava kirine û hat gotin, "Hêzên mêtînger û paşverû, wê êdî nikaribin gelê me ji vîna rêveberiya xweser vegerîne.
Divê tevahiya gelên cîhanê xwedî li şoreşa gelê Kurd a li Rojava derkevin û dewletên herêmê jî ambargoya xwarin û dermanan a li ser herêmê, tavilê rakin û piştgiriyê bidin şoreşê."