Kurd li bajarên Sûriyeyê winda dibin
Kurd li bajarên Sûriyeyê winda dibin
Kurd li bajarên Sûriyeyê winda dibin
Welatiyê kurd bi navê Serdar Mihemed Orfelî ku bi dare zorê leşkeriya Sûriyeyê dikin ev 3 meh e winda ye. Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Umer ku ji bo karekî xwe çubû Şamê jî ev mehek û nîv e winda ye.
Li Sûriyeyê bûyerên windabûna mirovan zêde dibe. Ciwanê kurd Serdar Mihemed Orfelî yê ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dema li herêma Xirbet Elwerid a Şamê leşkeriya bi darê zorê dikir, 3 meh beriya niha agahî jê qut bûn. Malbata Orfelî da zanîn ku Serdar di tabûra sotemeniyê ya rêveberiya tugaya leşkerî ya herêma Xirbet Elwerid a Paytexta Sûriyeyê Şamê Leşkerî dikir. Malbatê xwest ku kesên agahiyek derbarê zarokê wan de bigire bi riya van numareyên telefonê xeber bidin wan: "05435834712 – 05312573227".
Serdar Mihemed Orfelî di sala 1992’an de li gundê Kaniya Kurda ya Kobanê jidayik bûye.
Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Umer ê ji gundê Rimêla ya Girkê Legê jî, dema bi armanca ku temînatên xwe ji şirketa tê de dixebitî bigire, di 22’ê Sibatê de berê xwe da Paytexta Sûriyeyê Şamê. Lê ji wê rojê û vir ve hemû agahiyên malbatê ji Umer qut bûn û hîn winda ye.
Malbata Umer diyar kir li gorî agahiyên kesên bi zarokê wan re çûbûn, Umer di heman rojê de gihiştiye Şamê, lê piştre agahî jênehatiye girtin. Malbata Umer bang li kesên agahiyên wan ser Mihemed Emîn Umer hene, bi riya telefonê xeber dar bikin. TEL: 0935798786/ 052 421632.
Mihemed Emîn Umer zewiciye û bavê 2 zarokane.