Kujerê Bataclanê li komeleya polîsên teqawît perwerdeya çekê dîtiye!
Yek ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîsê di 13'ê Mijdarê de 130 kes qetil kirin Abdeslam Abaûd nayê dîtin. Kesekî din ê alîkarî da çeteyan duh li Fransayê hat binçavkirin.
Yek ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîsê di 13'ê Mijdarê de 130 kes qetil kirin Abdeslam Abaûd nayê dîtin. Kesekî din ê alîkarî da çeteyan duh li Fransayê hat binçavkirin.
Yek ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîsê di 13'ê Mijdarê de 130 kes qetil kirin Abdeslam Abaûd nayê dîtin. Kesekî din ê alîkarî da çeteyan duh li Fransayê hat binçavkirin. Hat îdîakirin ku yek ji çeteyên di komkujiyê de mir, li komeleyeke polîsên teqawît, perwerdeya çekê dîtiye.
Li gorî îdîayên di televîzyona Fransayê I-Tele û rojnameya Îngilîz Daîly Maîl de hatin weşandin, terorîstê bi navê Samî Amîmûr ê ku di êrîşa li salona konserê ya Bataclan de cih girt, ku 89 kes li vir hatin qetilkirin, li komeleyeke polîsên teqawît perwerdeya bikaranîna çekê dîtiye.
Hat îdîakirin ku Samî Amîmûr di sala 2012'an de bûye endamê Komeleya Bikaranîna Çekê ya Polîsan a Neteweyî (ANTP) û li vir hînî bikaranîna çekê bûye. Hat ragihandin ku Amîmûr li vê derê, di bin çavdêriya mamosteyên profesyonel de, bikaranîna çeka nîv otomatîk hîn bûye.
Tê îdîakirin ku di berdêla 130 euroyî, bûye endamê vê komeleyê.
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî salona konserê ya Bataclanê kirin, li vir 89 kes qetil kiribûn û ji êrîşkaran Samî Amîmûr bombeyên li ser xwe teqandibû. Der barê Amîmûr de di sala 2012'an de doz hat vekirin û derketibû holê ku di sala 2013'an de welat terikandiye.
Di vê navberê de duh di operasyonek li nêzî Parîsê de, Mûhammed S. ê 25 salî ku tê gotin alîkarî daye êrîşkaran hati binçavkirin.