Krîza însanî ya li Yemenê giran dibe
Li Yemenê krîza însanî ya ji ber şer, giran dibe. Hejmara mirovên birçî roj bi roj zêde dibe. Herî zêde zarok mexdûrê vî şerî ne.
Li Yemenê krîza însanî ya ji ber şer, giran dibe. Hejmara mirovên birçî roj bi roj zêde dibe. Herî zêde zarok mexdûrê vî şerî ne.
Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, piraniya nifûsa vî welatî, yanî ji sedî 80 ê temamiya mirovên li Yemenê hewcadarên alîkariyê ne. 2 mîlyon mirov nikarin bi têr xwarinê bixwin.
Berpirsyareke Komeleya Action contre la faim (Çalakiya li dijî birçîbûnê) Crîstîna Theveno ji rojnameya Le Matîn a Swîsreyê re axivî û got, "Rewşa însanî giran dibe. Rêxistinên civakî yên sivîl êdî nikarin bersivê bidin pêdiviyên gel."
Theveno diyar kir, di Adara 2015'an de hejmara mirovên hewcedarê alîkariyê bûn 16 mîlyon bû û got, "Ev hejmar îro gihaştiye 21 mîlyonî, yanî ji sedî 80 ê nifûsê."
Theveno ragihand, li 10 ji 21 wîlayetan, asta alîkariya lezgîn a însanî derketiye qonaxa dawî ya beriya birçîbûnê, qonaxa çaremîn.
Tevî vê rewşê jî li pêşiya gihandina alîkariya rêxistinên civakî yên sivîl, gelek astengî hene. Li Yemenê ku liv û tevgera mirovan hatiye bisînorkirin, gef û binçavkirin rû didin.
Şer bi taybetî bandoreke giran li zarokan dike. Li Yemenê 2 mîlyon zarok nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin. Li rojavayê welêt li Hudeyda yek ji her sê zarokan nikare bi têr xwarinê bixwe.