Kovara Zenîth bi bergê Kurdistanê derket

Kovara Zenîth bi bergê Kurdistanê derket

Yek ji kovarên siyasî û analîz a Elmanî Zenith, di hejmara xwe ya nû de bi bergê Kurdistan derket. Di hejmara Tîrmeh/Tebax a kovara ku ji du mehan carekê derdikeve de li ser bergê kovarê pirsa “Ma hîn jî ev welat dikare were astengkirin?” û neqşeya Kurdistanê heye.

Kovara  Zenith a bi taybet mijarên li cîhana Îslamê û welatên Rojhilata Navîn ên siyasî, çandî, aborî û civakî lêkolîn dike di hejmara xwe ya nû de bi dosyaya Kurdistan derket.  Kovara ku li welatên bi Elmanî tê axaftin de derdikeve pirsa  "Ma gelo Kurd ên di bihara Ereban de bi ser ketine?" tê pirsîn.

Kovarê 30 rûpel ji bo nivîsên lêkolîn û analîzên der barê Kurdistanê de veqetand. Di nivîsên ku ji aliyê gelek akademîsyenan ve  hatine nivîsandin û di nav de nivîsa yek ji pisporên Rojhilata Navîn Udo Steinbach jî heye tê destnîşankirin ku statuya Kurdan bi awayekî kes nikare asteng bike pêş dikeve.  Her wiha tê gotin ku Kurd li Rojhilata Navîn ji koma gelan a herî mezîn a bêdewlet e û êdî şansê wan ên bibin dewlet heye.
Di nivîsên analîz de ku behsa “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkiyeyê, li Iraqê bi hukûmeta Bexda pirsgirêkên heyî, şerê îktîdarê yê di navbera Şîî-Sunniyan û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tê kirin, tê gotin ku ev mijar destên Kurdan bi hêz kirine.