Kovara Evanjelîst: Trump ji ser kar bistînin

Ji kovarên bingehîn ên Evanjelîstên Emerîkî Chrîstîanîty Today ragihand ku Serokê DYE'yê Donald Trump ji aliyê 'exlaqî ve tek çûye' û bang kir ku wî ji wezîfeyê bikin.

Serokê DYE'yê Trump ji evanjelîstên Xiristiyan ên spî piştgiriyeke xurt werdigire, lewma banga kovara "Chîrstîanîty Today" girîng tê dîtin.

Kovara Chrîstîanîty Today ragihand ku Trump ji aliyê 'exlaqî ve têk çûye' û di hejmara xwe ya 45'an de xwest Serokê DYE'yê ji wezîfeyê bê kirin. Di nivîsa edîtor a kovarê de hate ragihandin ku ew bi giranî xwe ji siyasetê vedigirin.

Di nivîsê de hate gotin, "Carna em pêwîstiyê pê dibînin ku nêrînên xwe yên der barê karên siyasî eşkere bikin."

Kovarê ragihand ku Serokê DYE'yê Trump ji bo îtîbara yek ji mûxalîfên xwe (Joe Bîden) kêm bike hêza xwe ya siyasî bi kar aniye.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku ev yek ne tenê li dijî Destûra Bingehîne her wiha bi rengekî mezin li dijî exlaqê ye.

Trump di nava evanjelîstên spî de xwestî piştgiriyeke xurt e. Lê belê li gorî anketeke ku di Cotmehê de ji aliyê Fox Newsê ve hate weşandin di dema hilbijartinên 2016'an de ev piştgirî 81 ji sedî bû, lê niha daketiye 70 ji sedî.