Koreya Başûr komkujiya Enfalê weke jenosîd qebûl kir
Koreya Başûr komkujiya Enfalê weke jenosîd qebûl kir
Koreya Başûr komkujiya Enfalê weke jenosîd qebûl kir
Piştî Iraqê, Swêd, Norwec û Îngilîstanê, Parlementoya Koreya Başûr jî bi hevdengî Qirkirina Kurdan a Enfalê ya ku li ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî Kurdan pêk hat, weke qirkirin nas kir. Der barê mijarê de balyozê Koreya Başûr Hion Myong Kim bi Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Aram Ehmed re hevdîtin pêk anî.
Di serdema deshilatdariya rêjima Baasê de, di navbera salên 1980-90 de herî kêm 182 hezar keç, xort, mêr, kalên kurd hatin Enfalkirin ango qetilkirin. Qirkirina Kurdan ku weke “Enfal” tê zanîn di rojeva cîhanê de ye. Piştî Iraq, Swêd, Norwec û Îngilîstanê, Parlementoya Koreya Başûr jî roja 25’ê Hezîranê bi hevdengî Qirkirina Kurdan a Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî Kurdan pêk hat weke qirkirinê nas kir.
Balyozê Koreya Başûr Hîon Myong Kîm li Hewlêrê bi Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Aram Ehmed re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku parlementoya welatê wî komkujiya Enfalê weke “Qirkirin” ango “jenosîd” nas kiriye.
Herî dawî Parlementoya Îngilîstanê komkujiyê weke qirkirin nas kiribû. Weke cara yekemîn Parlementoya Iraqê sala 2008 Enfalê weke qirkirin qebûl kiribû û her sal 14'ê Nîsanê qirkirina Enfalê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda tên bîranîn.
Piştî Iraqê Parlementoya Swêdê komkujiya Enfalê ku rejima Sedam Huseyîn di navbera di salên di navbera salên 1980-90’an de de pêk anî û 182 hezar Kurd qetil kirin weke qirkirin nas kir. Biryar di roja 5’ê Kanûna 2012 de li Parlementoya Swêdê di civînê de hate pejirandin. Bi vî awayî piştî Iraqê, Swêd bû welatê duyem ê ku Enfal weke komkujî qebûl kir.