Koreya Bakur ragihand ku bombeya atomê ya hîdrojen ceribandiye
Rêveberiya Koreya Bakur ragihand ku wan 'bi awayekî serketî' bombeya hîdrojen ceribandiye.
Rêveberiya Koreya Bakur ragihand ku wan 'bi awayekî serketî' bombeya hîdrojen ceribandiye.
Koreya Bakur da zanîn, ku wan bi awayekî serketî bombeyeke biçûk a atomê ya hîdrojen ceribandine. Ev bûyera ku ji aliyê televîzyona dewletê ve hat ragihandin piştî nûçeya li ser erdheja bi dijwariya 5.1 a li herêmê, hat weşandin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA ragihand ku li cihekî 49 kîlmetre li bakurê paytexta Korya Bakur Pyongyangê, erd hejiya ye. Piştî demeke kurt hikûmetên Koreya Başûr û Japonyayê da xuyakirin, ku pêkane testa bombeyeke atomê rê li ber hejandina li nêzî qada nukleerî ya Pûnggze-rî vekiriye.
Rêveberiya Koreya Bakur beriya niha sê caran di salên 2006, 2009 û 2013'an de li Pûnggze-rî ceribandina nukleerî kiribû.