Kongreya Rêxistina DBP’ê ya Wanê sibe ye

Kongreya Rêxistina DBP’ê ya Wanê sibe ye

Kongreya Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Wanê, wê sibe bê lidarxistin. Têkildarî mijarê Komîsyona Amadekar a Kongreya DBP’ê banga tevlîbûnê li gel kir.

Têkildarî kongreya sibe li avahiya DBP’ê ya bajêr ku civîneke çapemeniyê hat lidarxistin endamên komîsyona amadekariya kongreyê Remziye Eşîn, Mehmet Batu û Okkeş Kawa beşdar bûn. Endamê komîsyonê Mehmet Batu yê daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kir ji bo kongreyê 3 meh in dixebitin û nêzî 70 civînên gel li dar xistin. Batu got, “Li ser esasê daxwazên gelê xwe em ê kongreyê li dar bixin. Der barê kongreyê de hem pêşniyarên gelê me hem jî serlêdanên şexsî pêk hatin. Em armanc dikin ku bi daxwazên gelê me re rêveberiyeke bihêz ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin da ku tevlî kongreya me ya roja Duşemê (sibe) saet 10.00’an a li salona Dawetê ya Dîren bê lidarxistin bibin.”