Kongreya Netewî wê di nava mehekê de bicive

Kongreya Netewî wê di nava mehekê de bicive

Ji bo Kongreya Netewî ku hesreta bi salan a gelê Kurd e, gava yekemîn duh li Selahaddînê hat avêtin. Di civîna ji bo amadekariya kongreyê de hat destnîşankirin ku ji bo kongre bigihêje armanca xwe, divê hemû alî ji helwest û nêrînên partiyî û bîrdoziyê dûr bisekinin. Di encama civînê de ji hemû aliyan hat xwestin heta du rojan namzetên xwe yên ji bo komîteya amadekar eşkere bikin. 

KOMÎTEYA AMADEKAR JI 21 KESAN PÊKTÊ

Ji bo lidarxistina 'Kongreya Netewî a Kurd’ nûnerên 39 saziyên civakî û partiyên siyasî li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin cem hev. Di civînê de biryar hat dayîn ku Kongreya Netewî di nava mehekê de bê lidarxistn û komîteyeke amadekar a ji 21 kesan bê avakirin. Li gorî vê biryarê wê di vê komîteyê de ji Bakurê Kurdistanê 6 û ji hersê parçeyên din jî her yek ji wan 5 nûner cih bigirin. Ji bo hemû alî namzetên xwe yên komîteya amadekar ya Kongreya Netewî a Kurd eşkere bikin du roj dem hate dayîn. 

Piştî civîna yekemîn a avakirina komîteya amadekar a lidar xistina Kongreya Netewî a Kurd daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya ku hate dayin wihaye: 

"Roja duşemê (22’ê Tîrmeha 2013) li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi beşdariya 39  aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê, li ser daxwaz û pêşengiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, civîna yekem a ji bo nîqaşkirina avêtina gavên lidar xistina Kongreya Neteweyî ya Kurd û avakirina komîteya amadekar hate lidarxistin.

BARZANÎ LI SER NAVÊ TALABANÎ Û OCALAN SILAV KIR

Di destpêka civînê de Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê xwe, Rêberê Gelê Birêz Abdullah Ocalan û Birêz Celal Talebanî bixêrhatina hemû aliyan kir û bal kişande ser hinek xalên stratejîk û sereke yên lidarxistin û biserxistina karên kongreyê. Tevahiya aliyên beşdarên civînê, dîtin û nêrînên xwe xwe anîn ziman. Di axaftina beşdarvanan de hate gotin ku divê gelê Kurd bibe xwediyê gotar û stratejiyeke yekbûyî ya  li ser hîmê gihandina peyama aştî û jiyana hevbeş û xebata ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û aştiyane û wekhev ya pirsgirêka Kurd û bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa, anîn ziman.

Civînê giranî da ser wê yekê ku divê zimanê diyalogê û aştiyê û meşandina metodên demokratîk û rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê li hemû perçeyan û liberçavgirtina taybetmendiyên her parçeyekê, bêbikaranîn. Herwiha hate tekezkirin ku dûrî her helwest û îdeolojiyeke teng a partîtî, kar ji bo biserxistina kongreyê bê kirin.

Civînê herwiha bal kişande ser wê yekê ku ji bo kongre bi awayekî pratîkî be û di xizmeta biserxistina kongreyê û pêşvebirina doza gelê Kurd de be û ji bo pêşvebirina mafên mirovan bi giştî û azadiyan û mafên jinan, bi taybetî ji bo  avakirina civakek demokratîk, gav bêne avêtin xebat were kirin.

Hemû alî bawer bûn ku ji bo biserxistina kongreyê û danîna rê û karên lojîstîkên, pêwîst ji bo gihandina peyam û armancên kongreyê û danîna mekanîzmeke di cih de, ji bo  pêkanîn û şopandina biryar û berpirsyartiyênên kongreyê, kar bê kirin. Beşdarên civinê herwiha giranî dan ser beşdariya aktîv a jinan, ciwanan û nûnerên organîzasyonên civaka sivîl û pir giringî dan jiyana hevbeş a tevayî gelê Kurddistanê.

Civînê bal kişande ser giringiya bihêzkirina têkiliyên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û giranî da ser karê hevbeş ê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan.

Di dawiya civînê de biryar hate girtin ku komîteyeke amadekar ji 21 endaman pêk bê ku nûneriya tevaya aliyên Kurdistanê bike ji bo ku di demek herî zû de kongre bê li darxistin.”

Aliyên ku beşdarî civînê bûne ev in: 


PKK
PDK
YNK
KCD 
HDK - Îran
BDP
Encûmena Nîştimanî ya Kurd ya Sûriyê
Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê
HDK
KNK
PJAK
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Komela Îslamî ya Kurdistanê
Tevgera Goran
Partiya Komonîsta Kurdistanê
Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
Komeleya Mafên Mirovan li Bakur
Partiya Azadiya Kurdistanê
PSK
HAK–PAR
KSK
Partiya Serbixweyiya Kurdistanê
Tevgera Demokrata Jinên Kurdistanê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Komeleya Komonîsta Îranê
Grûba Diyaloga Dîcle û Firat
Partiya Azadî û Sosyalîzmê
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebata Kurdistana Îranê
MEYA–DER
Tevgera Îslamî ya Gel
KADEP
DDKD
PÇDK
Partiya Ayînde ya Kurdistanê
YNDK
PDK-Bakur