KONGRA GEL, salvegera şoreşa Rojava pîroz kir
KONGRA GEL, salvegera şoreşa Rojava pîroz kir
KONGRA GEL, salvegera şoreşa Rojava pîroz kir
Hevserokatiya Kongra Gel bi daxuyaniyekê 1. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li vê deskevtiya netewî derkevin û bi pêş ve bibin.
Hevserokatiya Kongra Gel, bi daxuyaniyekê 1. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di serî de li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr anî.
Di peyama Hevserokatiya Kongra Gel de hat destnîşankirin ku, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, encama keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li vî beşî û her wiha tekoşîna çil salî ya tevgera azadiyê, berxwedaniya sedan sal a gelê Kurd û jinên azadîxwaz e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vî bingehî îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi feraseteke azad û demokratîk, xwe birêxistin dike û pergala xwe ava dike. Ji destpêka tekoşîna azadiyê heta roja me ya îro, bi hezaran keç û xortên ji Rojavayê Kurdistanê xwîna xwe ya pîroz xelatî xaka dayikê kirine. Ev bûye bingehek ku bi ronahiya rêya wan şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi serkeve û gelê me bibe xwedî statuyek azad û ber bi rêveberiyeke xweser ve biçe."
Hevserokatiya Kongra Gel, di peyama xwe de ev xal destnîşan kir :
"Weke gelekî herî kevnar ê li ser xaka mezopotamyayê gelê Kurd ji despêka dîrokê û heta roja me ya îro li hember desthilatdaran, ji bo xwe berxwedanî her dem kiriye bingehê jiyanê. Ev weke çemeke azadiyê heta roja me ya îro herîkiye û mîraseke pir dewlemend ji bo gelê Kurd afirandiye. Li ser vî mîrasî îro gelê Kurd ketiye pêvajoya ‘’Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’’. Bi bangawaziya dîrokî ya Newroza 2013’an a Rêber APO ve, pêvajoya ku despêkiriye û bi yekemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, gelê Kurd di qada navnetewî û heremî de bûye navenda çareseriyê û modela demokratîk. Divê gelê Kurd, hemû netew, ol, mezheb û her wiha, tevahî sazî û pêkhateyên azadîxwaz, pergala xwe ya xweser û demokratîk ava bikin. Ev li beranberî tevahî êrîşên ku pêşbikevin jî, wê bibe mertala gelan. Ji ber vê yekê em bang li tevahî hêzên demokratîk ên Surî û heremê dikin ku destek bidin şoreşa Rojava û avakirina Suriyeyek demokratîk.
Careke din di yekemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, berxwedaniya bi rûmet a gelê me yê Efrînê, Serêkaniyê, Tiltemir û seranserê Rojavayê Kurdistanê, em silav û pîroz dikin. Em bi hêvîne ku asta îro li Rojavayê Kurdistanê hatiye gihaştin li ser bingehê tekoşîna demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî, wê ji bo tevahî gelê Kurd, heremê û hemû mirovahiyê re bibe bingehê çareseriya demokratîk û azadiyê. Pêşxistina tekoşîna demokratîk û deskeftiyên şoreşa azadiyê wê bibe bingehê azadiya Rêber APO jî.
Li ser van bingehan em soz didin ku şoreşa Rojavayê Kurdistan destek bikin û erkên ku bikevin li ser milên me, bi bîryardariyeke xurt bi cîh bînîn."