KONGRA-GEL: Cejna vejîna ji nû ve ya 4’ê Nîsanê pîroz be

KONGRA-GEL: Cejna vejîna ji nû ve ya 4’ê Nîsanê pîroz be

Serokatiya KONGRA-GEL  64’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û banga tevlibûna meşa Amarayê kir.

KONGRA-GEL di daxuyani xwe de  diyar kir ku ew 64’emîn rojbûna Ocalan bi hezkirin û rêzdariyek mezin pîroz dikin û got: “Vejîna 64’emîn a jiyana azad, nasnameya azad û mirovê azad li gelê kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz be.  Vejîna Rêber Apo vejîna têkoşîna mizgîniya dayîn mafan a gelane.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê kurd di esasa azdiyê de ji nû ve vejîn bi Ocalan re pêk aniye û wiha got: “Vejîna Gelê kurd bi Rêber Apo re pêk hat.  Jin rakirin têkoşîna azadiyê û rumeta mezin, bi jiyana wekhev re anî cem hev.  Bi vejîna Rêber Apo re gel vejiya, nasnameya jina azad derket holê. ev vejîna civaka azad a demokratîk.  Rêber Apo ne tenê hêviya jin û gelê kurd, hêviya  vê sedsalê ye.

Gelê me ku hatibû asta tunebûnê, ruh û hişmendî pê da qezenckirin û  rêxistin kir, hêze ku nayê têk birin ava kir.  Ji ber şoreşa mirovahiya mezin a ku pêk anîn, bûye hedefa pergala kapîtalîst û mêtîngeirya hovane.

Rêber Apo ligel hemû êrîşan li Îmraliyê li dijî şert û mercên giran yên tecrîdê bi ‘paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîkbûnê’  ji bo gelê me û hemû mirovahiyê pergaleke alternatîf a demokratîk ava kir. Di vê riya ronî de ku tevgera me û Rêber Apo nîşan daye, hemû komployê navnetewî vala hatine derxistin.”

 Di berdewamiya daxuyaniyê de balkişandin ser banga Ocalan a Newrozê û got: “Rêber Apo meşa azadiyê dîrokî bi peyama Newroza 2013’an gihandiye asteke nû.  Starta pêvajoyeke têkoşîna nû ya bandorê li ser gelê Rojhilata Navîn dike daye. 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan ji bo bilindkirina yekitîû berxwedana demokratîk derfetek girînge.  Em bang li hemû heval û dostên Roja xwe dikin ku tevli meşa Amara bibin. Rojbûna Rêber Apo li hemû gelê kurd û gelên Mezoptamyayê pîroz be.”