Konferansa rêveberiyên herêmî bi dawî bû
Konferansa rêveberiyên herêmî bi dawî bû
Konferansa rêveberiyên herêmî bi dawî bû
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Vakfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) ve doh dest pê kir di roja 2'emîn de bi dawî bû.
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Vakfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) ve duh hat destpêkirin piştî niqaşan di roja 2'yemîn de bi dawî bû. Parlamenter, endamên meclisên şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî gelek kes amade bûn. Akademisyen û siyasetmedarên ku beşdarî konferansê bûn rêveberiyên herêmî û xweseriya demokratîk niqaş kirin û der barê pêvajoyê de nerînen xwe anîn ziman.
Di rûniştina roja duyem a ewil de “Di rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinê ya siyasî" pêk hat. Di panelê de li ser navê TOHAV'ê Hatice Odemîş axivî û diyar kir ku li Ewropayê şertê wekheviya zilam û jinê heye û wiha got: "Di rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinê, wekheviya jinê mafê wekheviya jin û mêrş, parvekirina hemû mafan a wekhev heye. Divê wekheviya jin û mêr ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bên amadekirin. Divê di wekheviya jin û mêr de perwerdehiyên herêmî û niştecihî bên amadekirin. Divê jin jî tev li vê pêvajoyê bê kirin. Divê wekheviya jin û mêr bê mîsogerkirin. Di civakê de karê hêsan didin jinê. Cudahiya li hemberî jinê di rêveberiya herêmî de jî xwe dide der. Di kursên tên vekirin de karê nexş û moriyan didin jinê. Bi vê yekê cudakariya karbeşiyê dikin."
Şaredara Niluferê ya Bûrsayê Canan Kizilaltun, jî ani ziman ku divê Tirkiye li gorî peymanên Yekîtiya Ewropayê di sazî û dezgehên cemaweriyê de wekheviya zayendî pêk bîne. Kizilaltun, da zanîn ku divê rêveberiya herêmi feraseta xizmeta wekhev pêş bixe û wiha got: "Divê rêveberiyên herêmî li gorî stratejiya wekheviya zayendî tev bigere. Divê hemû kar û barê ku bê kirin divê li ser wekheviya zayendî pêş bikeve."
Şaredara Elbakê Eylem Açikalîn jî axivî û wiha got: "Di rêveberiya herêmî ya BDP'ê kotaya jinê ji sedî 40 diyar kiribû. Niha di nava partiyan de partiya herî zêde girîngiyê dide nirxên jnê BDP ye. Pişti hilbijartina 2009'an li ser rêveberiyên BDP'ê politîkaya înkar û îmhayê hat destpêkirin. Niha gelek jinên hatine hilbijartin di girtigehê dene. Di reveberyên heremî de şaredariyên BDP'ê ji sedî 50 rê li pêşiya debara jinê vekir. Lazim e di rêveberiyên herêmî de çanda Neolitik esas bê girtin. Ez 3 salan girtî mam. 9 meh berê ez serbest hatim berdan. Min di girtigehê de li ser zayenda çivakî perwerde dit û da."
Konferans piştî nîvro bi panela “Di pêvajoya makeqanûna nû de kîder tê pêşniyarkirin? Nêzîkatiyên nû û hedef" hat niqaşkirin. Di peşkêşkirinê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur, Hindekarê Beşa Hieqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar û şewirmendê Hiqûqê yê BDP'ê Özgür Sevgi Goral tev li panelê bûn. Goral, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêk ne tenê xurtkirina rêveberiyên herêmî ne û wiha got: "Bi xurtkirina reveberiyên herêmî Tirkiye demokratîk nabe. Divê berî her tiştî rayeya rêveberiyên herêmî bên xurtkirin û makeqananûn Bên guherdin. Divê pêşniyarên BDP'ê yên ji bo makeqanûna nû li ber çavan bên girtin û esas bên girtin. Me wekî
BDP'ê li hemû madelên cîhanê nerî ye û ji nava hemuyan moelek nû ava kiiye."
Hîndekarê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mithat Sancar, anî ziman ku mîsyonê BDP’ê di pêvajoyê de gelek mezin e û wiha got: "Divê BDP tiştên ku qebûl dike û nake aşkere dîne holê. Ez tev li gotinên ku Berxwedana Parqa Geziyê zerar da pêvajoyê nabim. Dijberî vê yekê berxwedana parqa geziyê piştgirî da pêvajoyê û hin tişt zelaltir kir."
Konfernas herî dawî bi pirs û bersîvan bi dawî bû. " Encamnameya konferansê dê di rojên pêş de bê diyarkirin.