Konferansa ciwanên Rojava hate taloqkirin

Konferansa ciwanên Rojava hate taloqkirin

Konferansa ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku dê di 29’ê Hezîranê de bi beşdariya hemû rêxistin û yekîtiyên ciwanan bihata lidarxistin, hate taloqkirin.

Komîteya Amadekar a konferansê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û bibîr xist ku wê konferans di 29’ê Hezîranê de bihata lidarxistin, lê bi hemû rêxistin û yekîtiyên ciwanan re hevdîtin pêk hatiye û di van hevdîtinan de daxwaz hatiye kirin ku, ji bo amadekariyek berfirehtir û tevlîbûna hemû rêxistinên ciwanan, konferans bê taloqkirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî van hevdîtinan komîteya amadekar di 27’ê Hezîranê de civînek lidar xistiye û li gorî daxwaza rêxistinên ciwanan ji bo ku amadekariyek berfirehtir bê kirin û hemû rêxistin û yekîtî tevlî bibin, konferans hatiye taloqkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dê dîroka konferansê piştre bê diyarkirin.