Konê çareseriyê li Geverê ye
Konê çareseriyê li Geverê ye
Konê çareseriyê li Geverê ye
Konê Çareseriya Demokratîk ê li Şapatanê hatibû vedan, cihê wî veguhestin Navçeya Geverê.
Konê Çareseriyê Demokratîk ê di pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOHK) de ji bo şopandina meşa azadiyê ya HPG'ê li gundê Şapatan ya Şemzînanê li ber Kaniya Bermêşê hatibû vedan di roja 14'emîn de veguhestin Geverê. Nobeta ku ji aliyê Aktivîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyên yên Şemzînanê ve dihat bi rêvebirin dewrî Aktivîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Colemêrgê kirin. Dayikan piştî nobeta rojekê 'Konê Çareseriyê' ji bo demekê birin herêma Golurdiyan ya Geverê. Dê konê çareseriyê heya demekê li herêma Golurdiyan vekirî bimîne û mêvanan pêşwazî bike.