Komkujiya Madimakê li Amedê hat şermezarkirin

Komkujiya Madimakê li Amedê hat şermezarkirin

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Şaxê Amedê, bi meşekê qurbanên Madimakê bibîr anî û û destnîşan kir ku, komkujiya Sêwasê encama feraseta sed salan a dewletê ye. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku ev feraseta dewletê bi rêk û pêk dewam dike.

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal  (PSAKD) Şaxê Amedê, ji bo 35 kesên di 2'ê Tîrmeha sala 1993'an de li Otêla Madimakê bi şewitandinê hatin kuştin bibîr bîne û komkujiyê şermezar bike, ji ber Kolana Hunerê heta Peykerê Jiyanê yê li Parqa Koşûyolû meşek lidar xist.

Di meşê de ÎHD Şaxê Amedê, Baroya Amedê, Hewldana 78'an a Amedê, Egîtîm-Sen, HDK Meclîsa Jinan, EMEP, ESP, MEYA-DER, TKP û gelek welatî amade bûn. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Ji Sêwasê heta Roboskî em edaletê dixwazin", "Ethem li vir in, kujer li ku ne" û "Dewletê temaşe kir, kujeran şewitand" hatin qêrîn. Balkêş bû ku di dema meşê de ciwanan tenbûra xwe bilind kirin û bi wî rengî meşiyan.

Serokê PSAKD Şaxê Amedê Cafer Kolûman li ber Peykerê Jiyanê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku Sêwas hînê dewam dike û destnîşan kir ku ev yek encama ferasaeta sed salan a dewletê ye. Kolûman da xuyakirin ku, komkujiya Madimakê gunehê li dijî mirovahiyê ye.

Kolûman ragihand ku feraseta dewletê ya ji bilî nasname û baweriya xwe ti nasname û baweriyan nas nake, bi awayekî rêk û pêk dewam dike û destnîşan kir ku, mînaka herî berçav a vê yekê jî bêcezahiştina kujerên Madimakê ye. Kolûman berxwedana Parqa Gezî silav kir û got, "Em di salvebera 20. a komkujiya Madimakê de, ji bo canên xwe bibîr bînin, ber bi Sêwasê ve dimeşin. Di 1'ê Tîrmehê de wê ji ber mala cem saet di 22.00 de wesaît bikevin rê. Hemû canên dixwazin beşdar bibin, divê qeyda xwe li gel mala cem çê bikin."

Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ber Peykerê Jiyanê li dora tenbûrê find hatin vêxistin û helbest hatin xwendin. Piştî helbestan jî ciwanan gemah gerandin û ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, stran gotin.