Komkujiya DAIŞ'ê 'bawer'iya bi Hollande zêde kir

Hat ragihandin ku komkujiya 13'ê Mijdarê ya terorîstên DAIŞ'ê li Parîsê pêk anîn, baweriya bi hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) û Serokkomar Françoîs Hollande zêde kiriye.

Hat ragihandin ku komkujiya 13'ê Mijdarê ya terorîstên DAIŞ'ê li Parîsê pêk anîn, baweriya bi hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) û Serokkomar Françoîs Hollande zêde kiriye.

Li gorî anketa şîrta Ifop ji bo rojnameya Journal du Dimanche amade kir, piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, baweriya gel a ji bo desthilatdariyê zêde bûye. Françoîs Hollande ku ji Gulana 2012'an dema hatina ser wezîfeyê û vir ve her baweriya pê kêm dibe, di nava hefteyekê de 7 pûan zêde kir.

Li gorî anketê, baweriya ji Hollande di anketa beriya niha ya meha Cotmehê de ji sedî 20 bû, niha ji sedî 27 e. Rêjeya ku mirovên beriya niha digotin ew ji desthilatdariya Hollande ne razî ne ji sedî 79 bû, niha ji sedî 73 ye.

Heman lêkolînê diyar ki ku baweriya bi Serokwezîr Manûel Valls bi 3 pûanan zêde bû û gihaşt ji sedî 39'an.

Anket di navbera 12-21'ê Mijdarê de bi hevdîtina bi 1.943 kesan hat kirin. Encamên anketê nîşan dide ku gel, bi qismî jî be destekê dide helwesta hikûmetê ya li hemberî terora DAIŞ'ê.