Komîtiyên MGRK û ENKS’ê dê bi hev re bixebitin

Komîtiyên MGRK û ENKS’ê dê bi hev re bixebitin

Li bajarê Kobanê komîteyên têkiliyan ên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumanî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civînek hevbeş li dar xist û biryarên xebata hevbeş girtin.

Duh komîtiyên têkiliyan ên MGRK û ENKS’ê yên li Kobanê bi armanca nirxandina rewşa heyî û piratîkirina komîteyên Desteya Bilind a Kurd civînek lidar xist. Piştî civîna ku duh hate lidarxistin nirxandinên girîng hatin kirin daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 2’ê Nîsanê de di navbera komîteya têkiliyan a ENKS û MGRK de hevdîtin pêk hatiye û gelek mijarên civakî û  xizmetên hatine meşandin hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de biryar jî hatine girtin û ev biryar jî wiha hatin rêzkirin:

*Li Kobanê karên Desteya Bilind wê ji aliyê ENKS’ê ve jî bêne bicîhanîn.

*Herdu meclîs wê komîteyên hevbeş ên ewlekariyê, xizmetê û têkiliyan çalak bikin.

*Lêkolînkirina bûyera qetilkirina welatiyê bi navê Welat Hesê û pirsgirêkên din ên herêmê, wê hewaleyî komîteyên taybet ên hevbeş bêne kirin.

*Ji bo ku Desteya Bilind di vê dema hesas de karibe xizmeta gelê kurd û Suriyeke demokratîk bike, wê xebat bê meşandin. Her wiha herdu alî ji bo serkeftina xalên peymanê durist nêzî hev bibin.