Komên gerîla bi merasîmê hatin pêşwazîkirin

Komên gerîla bi merasîmê hatin pêşwazîkirin

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komên gerîla yên ji Dêrsim, Derya Reş û Xerzanê di çarçoveya pêngava çareseriya demokratîk de roja 8'ê Gulanê ketin ser rê, gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. 

Komên gerîla piştî meşa 56 rojan xwe gihandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Komên gerîla yên çareseriya demokratîk bi merasîmek bi beşdariya ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed, ji Fermandarên YJA-STAR'ê Norşîn Silopî û Berçem Cîlo û gelek fermandar û gerîla ve hatin pêşwazîkirin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed li merasîma pêşwazîkirinê axivî û destnîşan kir ku serketina meşa dûr û dirêj a gerîla, cihê kêfxweşiyê ye.

Delal Amed got, "Hêzên me yên gerîla, di çarçoveya misyona HPG'ê ya li pêşberî pêvajoyê tevgeriyane û li du meşa 2 mehan a bi dîsîplîn, bi plan û rêxistinbûyî ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê."

'DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA AKP'Ê YE'

Fermandara HPG'ê Delal Amed da xuyakrin ku weke HPG, ji bo rêveçûna çareseriya demokratîk çi gav ji wan hatiye xwestin wan avêtine û axaftina xwe weha dewam kir:

"Me barê diket ser milê xwe hilgirt, niha dor a dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ye. Ji başkirina mercên Rêberê me heta serbestberdana girtiyên ji doza KCK'ê û avakirina Destûra Bingehîn a Demokratîk, divê bêyî dem di ser re derbas bibe gav bên avêtin. Heta niha xuya dike ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkaya sergerandin û xapandina Kurdan bernedaye. Bila ev baş were zanîn; weke hêzên gerîla ev fedekariya me di rêya çareseriya demokratîk de nîşan dane, emê di qada têkoşînê de nîşan bidin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê Rêberê xwe û Gelê xwe azad bikin."

'ME LI SER BANGA RÊBERÊ XWE, DEST BI MEŞÊ KIRIN'

Dûre, fermandarê koma ji Dêrsim-Derya Reş Hogir Beytuşşebab ji hêzên gerîla yên li merasîmê amade bûn re axivî û destnîşan kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan dest bi meşa vekişînê kirine. Beytuşşebab da xuyakirin ku banag Serokê Giştî yê KCK'ê nebûya, ti hêz wê nekarîbûya wan vekişînin û got, "Hemû amadekariyên me yên pêvajoya zivistanê, ji bo bilindkirina asta plansaziya şer a sala 2013'an bû. Me gihandibû wê hêzê ku şerê herî mezin ê dîrokê bimeşînin. Em plan dikirin biharê bi vî rengî pêşwazî bikin."

'EM JI WELATÊ XWE DERNEKETINE, JI QADEKÊ DERBASÎ QADEKE DIN BÛNE'

Fermandarê komê Hogir Beytuşşebab axaftina xwe weha dewam kir: "Divê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê baş bizanibin; di warê siyasî û leşkerî de em pêvajoya herî xurt a dîroka xwe dijîn. Divê baş bizanibin; tevî çareseriya demokratîk a ji bo jiyana azad û wekhev a gelan, di heman demê de em ji bo berxwedaneke herî mezin a dîrokê amade ne. Dema behsa vekişînê tê kirin, divê neyê jibîr kirin em ji welatê xwe derneketine. Ji xwe sînorên mêtîngeran ji bo me ti wateya xwe tineye. Em ji qadeke welatê xwe Kurdistanê derbasî qadeke din bûne. Divê ev bi vî rengî bê fêmkirin."

'EM JI ŞER RE JÎ JI AŞTIYÊ RE JÎ AMADE NE'

Ji Fermandarên Koma Dêrsimê Silav Rever jî di axafina xwe de da xuyakirin ku di çarçoveya amadekariyên wan ên zivistanê de wan xwe jib o şerekî bilind ê gel ê şoreşger amade dikirin, lê li ser banga Serokê Giştî yê KCK'ê Abdullah Ocalan û biryara meşa çareseriya demokratîk a PKK'ê, ew vekişiyane.

Silav Rever diyar kir ku piştî meşa 2 mehan wan xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê û axaftina xwe weha dewam kir:

"Ji ber şert û mercên xwezayî û kemîn û keşfên dijmin, meşa me dereng ket û 2 mehan dewam kir. Ji bo bicihanîna biryarên Rêberê me û tevgera me, em ti carî ne dudil in. Li hemberî gavên me avêtine, dewlet û hikûmeta TC'ê bi çêkirina qereqolên nû û zêdekirina hejmara cerdevanan bersiv dan. Ev rewşa ku tê wateya amadekariya şer, me bi awayekî cidî dixe nava fikaran. Di serî de başkirina şert û mercên ragirtinê yên Rêberê me, divê dewlet û hikûmeta Tirk ji bo mayindebûna çareseriya demokratîk tavilê gavan biavêje. Di rewşeke berovacî de, bi qasî aştiyê em ji şer re jî amade ne."

'HER GOTINA RÊBER APO, JI BO ME FERMAN E'

Ji Fermandarên Koma Eyaleta Xerzanê Rozerîn jî da xuyakirin ku wan li ser banga Ocalan dest bi meşa xwe kirine û got, "Her gotina Rêber Apo ji bo me ferman e. Li gel zehmetiyên xwezayî, em gihaştin qadên xwe. Ji niha û pê ve jî, ji me çi bê xwestin em amadene bikin. Emê hemû berpirsyariyên xwe bi giyana Apoyî bicih bînin."

Piştî axaftinan, gerîla û fermandarên tevlî merasîmê bûn, yek bi yek silav dan hevdu.