Komên çete vêcarê êrîşî Serêkaniya Bakûr kir
Komên çete vêcarê êrîşî Serêkaniya Bakûr kir
Komên çete vêcarê êrîşî Serêkaniya Bakûr kir
Komên çete ên ji Serêkaniya Rojava ji ber berxwedana YPG’ê reviyan aliyê Tel Xelefê, ji vir topên hawayê di avêjin Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê. Tê gotin ku, komên çete bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê bikişînin nava şer.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çete ên ku duh li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê êrîşî hêzên YPG’ê kirin û ji ber berxwedana YPG’ê reviyan aliyê Tel Xelef, vê carê berê êrîşên xwe dan Bakûrê Kurdistanê. Hate ragihandin ku, komên çete ji aliyê Tel Xelef topên hawanê di avêjin Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê û topek ji van li baxçeyê qereqolek leşkerên Tirk ketiye.
Tê gotin ku, komên çete ên ku tengav bûne, dixwazin bi vî rengî Tirkiyeyê bikişînin nava şer, da ku mudaxeleyî herêmê bike.