Komên çete êrîşî Rimêlanê kirin

Komên çete êrîşî Rimêlanê kirin

Ji ber êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Eniya El-Nusra, li gundê Cindêriyê yê nêzî Rimêlan pevçûnên dijwar diqewimin. Însiyatîfa Gel banga seferberiyê li gelê Kurd kir ku, Rimêlanê biparêzin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, komên çekdar îro êrîşî gudê Cinêdiyê yê li nêzî Rimêlan kirin.

Hate ragihandin ku komên çekdar di êrîşê de çekên giran bikar anîne, lê rastî berxwedana tund a hêzên YPG’ê hatine û neçar mane ku xwe paşve bikişînin.

Pevçûnên li herêmê didomin.

Di vê navberê de Înîsiyatîfa Gel jî banga seferberiyê li gelê Kurd kir ku, Rimêlanê biparêzin