Komên çete 5 malên kurdan şewitandin
Komên çete 5 malên kurdan şewitandin
Komên çete 5 malên kurdan şewitandin
Hate ragihandin ku, li gundên Gir Hiso û Susikê yên Girê Spî, koma Eniya El-Nusra 5 malên kurdan û benzîn şewitandine û ji reviyane. Di pevçûna pişte di navbera YPG û van koman de li derdora gundên herêmê derket de 3 êrîşkar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên êrîşkar şevê din topên hawanê avêtin gundên Yabsê, Girê Sor, Kendal, Qiz Elî, Gir Hiso û Til Xebat ku piraniya şêniyên wan Kurd in. Her wiha heman koman êrîşî gundê Gir Hiso kirin û 5 malên kurdan şewitandin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û 2 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin. Hate ragihandin ku, li dora gundê Qiz Elî jî çekdarek hatiye kuştin.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku heman koman li gundê Susikê benzînxaneyek aydî Mala Xelfo şewitandine.