Komên çekdar ji Serêkaniyê vekişiyan
Komên çekdar ji Serêkaniyê vekişiyan
Komên çekdar ji Serêkaniyê vekişiyan
Komên çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nasra ku di rojên dawî de hewl didan bikevin nava bajêr, ji ber hewldanên Meclîsa Sivîl a ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê û meclîsên gel, ji bajêr vekişiyan.
Li bajarê Serêkaniyê piştî şerên bi mehan dom kirin, bi avakirina Meclîsa Sivîl a ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê, aramiyek ketibû bajêr. Lê di rojên dawî de komên çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nasra dîsa hewl didan ku bikevin bajêr. Hewldanên van koman di nava gel de bibû sedema tirsê. Lewre şêniyên bajêr ji YPG'ê xwestibû mudaxeleyî van koman bike û ji bajêr derxîne.
Li ser vê yekê meclîsên bajêr ên girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civînek hevpar li dar xistibû û banga hişyariyê li Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyê kiribû. Her wiha Meclîsa Sivîl a ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê jî civînek awarte lidar xistibû gelek biryar girtibûn, dîsa heman bang kiribû. Meclîsê ji bo ku bi komên çekdar re hevdîtinan pêk bîne jî heyetek ji 5 kesan pêk tê ava kiribû.
Piştî van hewldanan, komên çekdar ji bajêr derketin. Bi derketina komên çekdar re, hêzên YPG'ê ku tedbîrên xwe zêde kiribûn jî, vegeriyan baregehên xwe.
Li bajêr niha aramiyek heye û ewlekarî ji aliyê hêzên asayîşê ve tê girtin. Her wiha welatî daketin kolanan û keyfxweşiya xwe anî ziman.