Komeke çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Komeke çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Komeke çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Li Amûdê dewriyeyek YPG’ê li nava bajêr rastî êrîşa çekdarî ya komek çete hat. Di encamê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin êrîş seet derdora 21.00’an de pêk hat. Hate diyarkirin ku, dema yekîneyek YPG’ê ji aliyê Hesekê ve dihat, li nava bajêr rastî êrîşa çekdarî ya komek çeta hat. Di encama êrîşa ku bi çekên giran pêk hat de, şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên YPG’ê li nava bajêr operasyon da destpêkirin. Aloziya li bajêr didome.