Komara Çek: Dayina mîlyonan Euroyên ji bo Tirkan bêsexbêrî ye
Serokkomarê Komara Çek Mîlos Zeman diyar kir ku YE pewîst e mîlyonan Euroya nede Tirkan.
Serokkomarê Komara Çek Mîlos Zeman diyar kir ku YE pewîst e mîlyonan Euroya nede Tirkan.
Zeman ê ku ji televîzyona Prîma re axîfî got ku, “ev pereyên ku ten dayin tenê bêsexbêrî ye.”
Daxuyaniya Zeman beriya hevdîtina roja Duşemê ya di navbera Tirkiye û YE’yê de hat dayin. YE bendê ye ku dewleta Tirk herikandina koçberan bide sekinandin.
Serokkomarê Komara Çek got ku, “ne dewleta Tirk kêrhatiye ne jî amadeye ku ji bo koçberan çareseriyekê pêş bixe. Eger hemû koçberan nevêje girtîgehan baş e.”
Mîlos Zeman xwest ku koçberên ji ber sedemên aborî û koçberên tekîlîyê xwe bi terorîzmê re hene bên dersînorkirin û bertek nîşanî polîtîkayên YE yên ji bo koçberan da, got ku ev polîtîkaya “têkçûnêye”.