Komalên Ciwan: Divê li Kurdistanê li ser navê dewletê tiştek nemîne

Komalên Ciwan: Divê li Kurdistanê li ser navê dewletê tiştek nemîne

Tevgera Ciwanên Kurd "Komalên Ciwan" bang kir ku 'Şerê Gel ê Şoreşger' li her qadê bi xurtî were meşandin û got, "Ti rewatiya dewletê li Kurdistanê nemaye, divê nemîne, li dijî biryarên ku hewl didin bi qedexeyan Kurdistanê veguherînin zîndanê, divê Kurdistan ji wan re bibe zîndan, bibe goristan. Li Kurdistanê divê li ser navê dewletê tişek neyê hiştin."

Koordînasyona Komalên Ciwan, der barê serhildanên li gelemperiay Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûn de daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurdistan êdî ketiye demeke jêneveger û destnîşan kir ku hêza herî mezin a ji bo berxwedana Kobanê, wê ji berxwedana Bakurê Kurdistanê bê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em rojên dîrokî dijîn ku tevahiya cîhan ji kêliya azadiyê ya Kurdistanê re şahidiyê dike. Îlhama ji ruHê berxwedan û azadiyê yê ji Rojava bi taybetî jî ji Kobanê hatiye wergirtin, ji bo welêt û gelê me bigihêjîne wê kêliya azadiyê ya bi sedan salane tê hêvîkirin, hêz û baweriyeke mezin daye. Ji ber vê yekê em şervanên YPG û YPJ'ê yên 24 roj in bi dilekî tijî eşqa azadiyê, vîn û baweriya mezin berxwedana xwe li tevahiya Kurdistanê belav kirine, silav dikin. Em hemû şehîdên xwe yên berxwedana li Kurdistanê ku bi canê xwe xwedî li berxwedana bi heybet a Kobanê derketine bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên wan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em destnîşan dikin ku em ê dilsoziya bi bîranînên wan re bi soza Kurdistana azad bidin."

PÊVAJOYEKE JÊNEVEGER DESTPÊ KIR

Koordînasyona Komalên Ciwan ev xal destnîşan kir: "Pêşketinên li Kurdistanê ketiye demeke jêneveger. Hem berxwedana li Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku tifaqa hêzên navneteweyî ye, hem jî lîstikên qirêj ên AKP û dewleta Tirk bi van rêxistinbûyînên çete re dike careke din, rastiya komploya navneteweyî ya li ser Kurdistanê nîşan dide kuk bi rêbazeke dûrî nirxên mirovahî tê meşandin. Mînaka vê ya herî şênber, tevî alîkariya lojîstîk û leşkerî ya ji bo çeteyên li derdora Kobanê, êrîş û komkujiyên hevpar ên bi van çeteyan re li hemberî gelê Bakur tê kirin e. Di nuqteya heyî de AKP êdî derewekê nabîne ku bêsamîmiyetiya xwe ya li ser pêvajoya li Bakur veşêre û di ser re li hemberî tevahiya Kurdistanê şer îlan kiriye.

Navekî din ê van êrîş û komkujiyên hêzên hîzbul-kontra û çete bi hev re dikin nîne. Aşkera li pêş çavan e ku ti cudahî di navbera DAIŞ û AKP'ê de nîne. AKP a her roj li benda têkçûna Kobanê ye, xweranegirtina li hemberî vê berxwedanê bi awayekî zelal nîşan dide, lewma êrîşkar bûye.

Ev berxwedana bi Kobanê re destpê kiriye, di serî de li Bakurê Kurdistanê berxwedana azadiyê ya li tevahiya Kurdistanê xelek bi xelek mezin û xurt kiriye. Berxwedana Kobanê bûye mizgîniya şoreşa li bakur jî. Ev dema ku em dikarin ji hesreta azadiyê ya gelê xwe re bibin bersiv, li her qadê bi meşandina ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGER pêkan e. Tacîdarkirina berxwedana me bi serketinê, pêkanîna xeyalên azadiyê yên şehîdên me, ancax bi têgihiştina parastina cewherî ya xurt a li her derê, bi veguherandina her cihî weke qeleha berxwedanê dibe.  Roj mîna ku Rêbertiya me dibêje roja, 'EM Ê NE WEKE BERÊ BIJÎN NE JÎ WEKE BERÊ ŞER BIKIN' e. Lewma divê tevahiya ciwanên Kurdistanê bi hêz û morala ji berxwedana Kobanê wergirtiye re li Kurdistanê rê nedin dijmin, li dijî çete û kujerên wê yên har parastina aktîf xurt bikin. Divê neyê ji bîr kirin ku berxwedana li Bakur hêza herî mezin a ji bo berxwedana Kobanê ye.

BERXWEDANA AMEDÊ DEWAM BIKE WÊ KOBANÊ RIZGAR BIBE

Amed berxwedana xwe dewam bike wê Kobanê rizgar bibe. Divê ciwanên Kurdistanê îro bi berxwedana xwe ya bi heybet a li her qadê, li Kobanê, li Bakur û li tevahiya Kurdistanê dijmin bi xurtî têk bibin û pêşengiya vê têkoşînê bikin. Ji ber vê yekê divê li dijî hemû êrîşên li hemberî gelê me û welatê me, parastinê bikin. Pêşengiya şerê me yê azadiyê yê gel, mîna li Kobanê, mîna li Rojava wê keç û xortên gelê Kurd bikin. Ji ber vê yekê heta cejna me ya berxwedanê ya li Kurdistanê destpê kiriye bi azadiyê bi encam bibe, em bi hemû hêza xwe beşdarî berxwedanê bibin, li nav refên azadiyê cih bigirin. Ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em li tevahiya Kurdistanê belav bikin. Lewma divê ciwanên Kurdistanê li dijî terora dewletê, parastina cewherî ya gelê me bike. Ti rewatiya dewletê li Kurdistanê nemaye, divê nemîne, li dijî biryarên ku hewl didin bi qedexeyan Kurdistanê veguherînin zîndanê, divê Kurdistan ji wan re bibe zîndan, bibe goristan. Li Kurdistanê divê li ser navê dewletê tişek neyê hiştin.

Ev ruhê berxwedanê yê bi berxwedana zîndana Amedê destpê kir û li Kobanê dewam kir, dem hatiye li bakur bi serketinê bê tacîdarkirin. Divê bi azadiya bakur re bersiv ji wan kesên ku li bendê ne Kobanê têk biçe, bê dayîn. Ji ber vê yekê divê tevahiya ciwanên Bakurê Kurdistanê wê kêliya dîrokî, bi berxwedaneke mezin û parastina mezin pêşwazî bike, her cihî veguherîne qada çalakiyê. Welat, gel û meydan li benda me ne. Roj roja me ye, roj roja berxwedanê ye, roj roja azadiyê ye."