Komalên Ciwan: Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Dîcleyê
Komalên Ciwan: Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Dîcleyê
Komalên Ciwan: Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Dîcleyê
Rêxistina Ciwanan a Komelên Ciwan êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê wek êrîşên hevpar yên Cemaat û Midûriyeta Polîsan nirxand û bang li ciwanên demokrat -şoreşger kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Zanîngeha Dîcleyê.
Koordînasyona Komalên Ciwan, der barê êrîşên komên alîgirên Hizbûlahê ku êrîşê xwendekarên welatparêz kirin û di bûyeran de 60 xwendekar hatin binçavkirin de daxuyaniyek dan.
Komalên Ciwan diyar kir ku ev êrîş li dijî şikandina îradeya ciwanên kurd yên welatparêz pêk hatiye û got: “Wisa tê fêmkirin ku nêzîkatiya mirovane ya ciwan û gelê me yê kurd û hawira ku Rêberê me afirandiye, bê manîpulekirin. Li Dilê Kurdistanê Amedê, li keleha berxwednê ya Zanîngeha Dîcleyê pêkanîna provakasyonê û ji vê encam girtin xeyalên vala ne. Zanîngeha Dîcleyê careke din nîşan daye ku dê destur ji bo van hewldanên paşverû, êrîşkar neyê dayîn û bersiveke gelek baş daye.”
Komalên Ciwan da zanîn ku polîsan jî bi awayekî vekirî ji bo êrîşkaran bûye alîkar û ev ne tesadure. Komelên Ciwan Midûrê Midûriyeta Polîsan Recep Guven berpirsyar dît û wihagot: “ Her wiha para rêveberiya Zanîngehê jî gelek zêde ye. Em bang li hemû ciwanên kurd yên welatparêz û demokratîk dikin ku bila bi xwendekarên Zanîngehê re bikevin nava piştevaniyê.
ÊRÎŞA HEVPAR A CEMEET Û MIDÛRIYETA POLÎSANE
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di du mehên dawî de li gelek zanîngehan êrîşên faşîzan pêk hatin. Bi van êrîşan xwendekarên welatparêz û şoreşger hatin hedefgirtin. Ev nêzîkatiyên polîtîk û îdeolojîk in. Dema ku bûyerên li Dîcleyê baş bên lêkolînkirin tê dîtin ku, Midûrê Polîsan Recep Guven di salên 90’î de di komkujiyên hîzbûlahê de rola koordîne û îstîxbaratê lîstiye. Rektora Zanîngeha Dîcleyê ku di hilbijartinan de bû endamê parlamenteriyê yê AKP’ê û di hilbijartinên rektoriyê de ligel k udi rêza 3’emîn de bû jî, wek rektor hat tayîn kirin. Piştî hat hilbijartin bi aliyê cemaatê re eniyek avakiriye û dest bi êrîşên polîtîk kiriye.
DIVÊ HEMÛ CIWAN ZANÎNGEHÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li dijî vê divê ciwan bikevin nava piştevaniyê. Di serî de ciwanên Yuzuncu Yil, Haran, Çukurova, Îbrahîm Çeçen, ODTU, Marmara û Egeyê piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê. Ciwanên kurd divê li dijî van êrîşan amadekriya xwe bikin. divê çalakiyên xwe het aku hevalên wan neyên berdan û rektor îstîfa neke bidome.
Em jî wek Komalên Ciwan berxwedana bi pêşengiya ciwanên welatparêz û demokratîk yên Zanîngeha Dîcleyê dest pêkiiriye û didome di şexsê Şehîd Murat Îzol de wek berxwedana li dijî faşîzmê dibînin û silav dikin.”