Komalên Ciwan: Divê Bakurê Kurdistanê li AKP’ê bê tengkirin
Komalên Ciwan: Divê Bakurê Kurdistanê li AKP’ê bê tengkirin
Komalên Ciwan: Divê Bakurê Kurdistanê li AKP’ê bê tengkirin
Koordînasyona Komalên Ciwan, li dijî êrîşên hikûmeta AKP’ê bang li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Em li dijî êrîşên hikûmeta AKP’ê bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê serhildanê dakevin qadan. Divê êdî yek ciwanekî Kurd van êrîşên dewleta AKP’ê qebûl neke û çawa ku DAIŞ’ê li Kobanê têk dibin, divê li Bakurê Kurdistanê jî AKP û avabûna wê ya kontra bê têkbirin.
Koordînasyona Komelên Ciwan daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di serhildanên gelê Bakurê Kurdistanê ku li dijî piştgiriya ji bo çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn, bi dehan ciwanên Kurd hatine qetilkirin. Komeleya Ciwan da zanîn ku li Êlih, Mêrdîn, Mûş, Şirnex û herî dawî jî li Pirsûsê ciwana bi navê Kader Ortakaya hatiye qetilkirin û wiha hate gotin: “Li dijî van êrîşên AKP’ê ku ne destpêk û ne yên dawî de divê hemû gelê Kurdistan û ciwanên Kurd bi serhildanan bibin xwedî helwest."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew ê li dijî van êrîşên hov ên desthilatdariya AKP’ê bêdeng nemînin û hesabê wê du car, sê car bidin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ya ku dizane azadiya Kobanê azadiya hemû gelê Kurd e, bi nemerdiyeke mezin êrîşî destketiyên gelê Kurd ên bi salane hatine qezenckirin dike. Serî li her cureyê lîstikên qirêj ên şerê taybet dide.
Komkujiya ku di salên 90’î de bi destê JÎTEM’ê dikir, îro bi piştgiriya ku dide DAIŞ’ê didomîne. Bi van komkujiyan hewl dide piştgiriya ku ji bo Kobanê tê dayîn, asteng bike. Ciwanên ku dizanin DAIŞ û AKP wekhev e, bi çalakiyên xwe yên 6’ê Îlonê re da destpêkirin rûyê qirêj ê AKP’ê deşîfre kiriye û bi sedan ciwanî di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtye û nîşan daye ku parastina Kobanê tê wateya parastina hemû Kurdistanê.
Hevala Kader Ortakaya ku bûye şopdara xeta fedayî ya hevala Arîn Mîrxan, bi hesreta azadiyê bi rojan bû di çalakiyê de bû û herî ji bo derbasî Kobanê bibe hate qetilkirin.
Kobanê ji roja ku şoreşê destpê kiriye heta niha bûye cihê serkeftinê ya şoreşa berxwedana dîrokî. Guleya li Kader Ortakaya hatiye reşandin li hemû gelê Kurd hatiye reşandin. Hemû ciwanên Kurdistanê bi ruhê xwedîderketina li Kobanê û ji bo bîranîna Kadriye Ortakaya divê dakevin qadan.”