Koma çete êrîşî yekîneya YPG’ê kir: 3 êrîşkar hatin kuştin

Koma çete êrîşî yekîneya YPG’ê kir: 3 êrîşkar hatin kuştin

Li bajarê Hesekê komeke çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dan û di encamê de 3 êrîşkar hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li bajarê Hesekê komeke çete, li Seha Xetto ya girêdayî Taxa Nasra, li ser avahiyan êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê jî li taxê belav bûn û bersiv da koma çete. Di encama pevçûna ku derket de 3 êrîşkar hatin kuştin.