Koma çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Koma çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Koma çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir
Yekîneya YPG’ê ya ku ji operasyona rizgarkirina riya Dirbêsiyê û Hesekê vedigeriya li nava bajarê Amûdê rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşa ku hate gotin, koma bi navê 313’an a ku hemû alîkariya xwe ji Tirkiyeyê digire jî di nav de bû de, şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin êrîş saet derdora 21.00’an de pêk hat. Hate diyarkirin ku, dema yekîneyek YPG’ê ji aliyê Hesekê ve dihat, li nava bajêr rastî êrîşa çekdarî ya komek çeta hat. Di encama êrîşa ku bi çekên giran pêk hat de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê hêzên YPG’ê li nava bajêr operasyon da destpêkirin. Li aliyê din hemû noqteyên ketin û derketina bajêr ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin, ketin û derketina bajêr hate qedexekirin. Li bajêr hin dengê çekan tê û alozî didome.
KOMA HÊZA XWE JI TIRKIYEYÊ DIGIRE JÎ ÊRÎŞ KIR
Hate hînbûn ku, di dema êrîşan de koma bi navê 313’an a ku hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê digire jî, êrîş pêk aniye.
JI BERÊ DE AMADEKARÎ KIRIBÛN
Balkêşe ku komên êrîşkar çend roj beriya niha daxuyanî dabûn hinek malperan û gotibûn ku ew bi vî rengî na sekinin û amadekariyên êrîşê kirine.
EBDULBASÎT SEYDA SOR KIRIBÛN
Li aliyê din Serokê berê yê Encumenî Niştimanî Suriye ku navenda wê li Tirkiyeyê ye Ebdulbasit Seyda jî duh li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek ji bo heman koman weşandibû û gotibû ku ew piştgiriyê didin çalakiyên wan.