Kobaniyî herî zêde dermanan dixwazin
Kobaniyî herî zêde dermanan dixwazin
Kobaniyî herî zêde dermanan dixwazin
Li wargeha 5 hezar Kobaniyî lê dijîn, bi sarbûna hewayê re dildar li dijî rîska nexweşiyên şewbê kontrola tenduristiya welatiyan dikin. Yek ji van dildarên tenduristiyê Seher Tumer da xuyakirin ku daxwaza herî zêde ya mirovên di rewşa şer de travma jiyane, derman e.
Li navçeya Riha Pirsûsê, 5 hezar Kobaniyên li wargeha ji konan a Şaredariya Pirsûsê, ji bo xwe li jiyanê bigirin li ber xwe didin. Kedkarên tenduristiyê yên zêdeyî meheke xizmeta tenduristiyê bi dildarî didin, her roj li wargeha ji konan kontrola tenduristiyê dikin. Yek ji van kedkaran Seher Tumer diyar kir ku ew ji nişka ve rastî pêla koçlberiyê hatine û bal kişand ser travmaya mezin a gelê Kobanê jiyaye. Tumer a ji Enqereyê hat anî ziman ku daxwaza herî zêde ya Kobaniyan, derfetên tenduristiyê û derman e.
'EM JI DEWLETÊ ALÎKARIYÊ NABÎNIN'
Tumer ragihand ku li Kobanê ji ber şer travmayek hatiye jiyîn û got, "Ji ber vê yekê, derman weke çare dibînin. Dixwazin bi dermên terapî bibin. Ji aliyê nexweşiyê ve jî pênaseyeke wê ya zelal nîne, lê belê ev yek rewşeke psîkolojîk a ji ber hilweşînê ye. Ji her tiştî bêtir daxwaza derfetên tenduristiyê û derman heye. Rewşeke cidî ya nexweşiyên şewbê nîne, lê belê mercên wargeha ji konan vê gavê baş nîne. Ji bo em mercên jiyanê baştir bikin, em hewl didin di demeke herî nêz de pirsgirêkên binesaziyê çareser bikin. Ji ber ku em ji saziyên dewletê destekê nabînin."
'PÊWÎSTÎ BI PISPORÊN DILDAR HEYE'
Tumer diyar kir ku xwedîderketina li mirovên êşa şer a li Kobanê jiyane û xizmên xwe winda kirine, wezîfeyeke mirovahiyê ye û bal kişand ser pêwîstiya bi ekîbên pispor ên dildar. Tumer got, "Li vir pêwîstiya me bi doktorên psîkiyatrîst heye. Em dixwazin ekîbên pispor ji bo xebateke hefteyekê-10 rojan bên vê derê. Ji ber ku pêwîstiyeke mezin bi wan heye."