Kobaniyî bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne!

Kobaniyî bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne!

Nexweşxaneya Dewletê ya ku ji bo welatiyên Kobanê jê sûdê werbigirin Pirsûsî naçin wê derê, têra Kobaniyan nake. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Fîkret Çalagan diyar kir ku Kobaniyî bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne û ji bo çareseriya lezgîn a pirsgirêkên tenduristiyê yên Kobaniyan ev pêşniyar kir: "Divê li ser sînor nexweşxaneyên sehra bên çêkirin, xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz li navçeyê bên wezîfedarkirin, li nexweşxaneyên li bajarên derdorê rezerv bên avakirin, Kobaniyên birîndar pêwîste bi awayê 'şervan û sivîl' ji hev neyên cudakirin."

Nêzî 60 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin Pirsûsê, ji ber xemsariya AFAD'ê, bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne. Mirovên ku AFAD qeyda wan çê nake, pêwîstiyên wan ên tenduristiyê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên TTB, SES û dermanfiroşên herêmê yên dilxwaz, tên tedarikirin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Fîkret Çalagan bal kişand ser kêmaniya personelên tenduristiyê yên li Pirsûsê û bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku lîsteya personelên tenduristiyên dilxwaz ku TTB û SES'ê pêşkêş kir tavilê bê nirxandin û xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ji bajarên li derveyî Rihayê jî bên anîn.

'DIVÊ JI MAFÊ TENDURISTIYÊ SÛD BÊ WERGIRTIN'

Çalagan der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên Kobaniyan û kêmaniya li qada tenduristiyê ya li Pirsûsê tê jiyîn agahî da û diyar kir ku nêzî 30 hezar Kobaniyî li wargehên ji konan, malên serxweşiyê û salonên dawetê dimînin û destnîşan kir ku heta ev merc tavilê neyên guhertin wê gef li tenduristiya Kobaniyan bê xwarin. Çalagan got, "Divê AFAD bersivê bide pêwîstiay dermanan û van mirovan qeyd bike. Hema bêje AFAD ji bo qeyd neke, li ber xwe dide û em sedema vê nizanin. Girîng e ev mirov bên qeydkirin û tavilê ji mafên tenduristiyê sûdê werbigirin."

'ZIVISTAN NÊZ E, DIVÊ TEDBÎR WERIN GIRTIN'

Çalagan diyar kir ku hewşên febrîqeyan, malên serxweşiyê, embar û salonên dawetê yên Kobaniyî lê tên ragirtin ji aliyê tenduristiyê ve nebaş in û got, "Ji binesaziyê mebesta me wargehên ji konan e. Bi pêşengiya şaredarî û dixlwazan pêwîstiyên destpêkê yên wargehên ji konan hatin çareserkirin, lê belê zivistan nêz dibe. Konên heyî bersivê nade pêwîstiyan. Di vê der barê de girînge tedbîr bên wergirtin."

Çalagan da zanîn ku piraniya mirovên ji Kobanê hatine extiyar û zarok in û ev yek rê li ber belavbûna nexweşiyên şewbê vedike û hişyarî da ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê nexweşiyên şewbê xwe bidin der û belav bibin.

'GIRÎNG E NEXWEŞXANEYA SEHRA BÊ AVAKIRIN’

Çalagan diyar kir ku Kobaniyî bi awayekî giştî xaka xwe diparêzin û cihêkariya şervan-sivîl bêwate ye û nerazîbûn nîşan da ku Kobaniyên birîndar li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi awayekî kêfî tên sekinandin. Çalagan got, "Ji ber rawestandinê, 12 Kobaniyan ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan." Çalagan xwest li herêmeke ewle ya nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê nexweşxaneyên sehra bên avakirin, destwerdana destpêkê ya tibî li vir bê kirin û dûre sewqî nexweşxaneyên li bajaran werin kirin.

BANG LI PERSONELÊN TENDURISTIYÊ

Çalagan bal kişand ser lezgîniya avakirina rezervan di emeliyatxane û servîsên lezgîn de û got, "Bi qismekî ve hewl dan vê bikin, lê têrê nake. Li bajarên weke Amed, Hatay, Mêrdîn û Dîlokê divê rezervên bi heman rengî werin avakirin. Divê li van ajaran maseyên krîzê yên mîna Rihayê bên avakirin û birîndar bi lezgînî werin tedawîkirin."

Çalagan bang li personelên tenduristiyê yên dixwazin bi dilxwazî xizmetê bidin kir û got, "Me niha navendeke koordînasyonê afirandine. Divê hevalên personelên tenduristiyê bi vê koordînasyonê re têkiliyê deynin. Dibe ku personelên tenduristiyê dixwazin werin rewşa li vir bibînin, lê belê eger dixwazin tevlî xebatên tenduristiyê bibin, hatina ji bo demeke kurt bi kêr nayê. Divê xebatkarên tenduristiyê herî kêm bernameyeke ji hefteyekê diyar bikin."

PIRSÛSÎ NEXWEŞXANEYÊ BIKAR NÎNIN

Çalagan da xuyakirin ku li Pirsûsê li her revîra dilxwazan bi qasî 150-200 kes tên dawîkirin û ji bo tengavî rû nede, nêzî 20 roj in ji gelê Pirsûsê kes nayê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ev hişyarî û hestyariya gelê Pirsûsê divê bê pîrozkirin.