Kobaniyên li Pirsûsê hatine girtin dest bi greva birçîbûnê kirin
Kobaniyên li Pirsûsê hatine girtin dest bi greva birçîbûnê kirin
Kobaniyên li Pirsûsê hatine girtin dest bi greva birçîbûnê kirin
250 Welatiyên herêma Kobanê ku derbasî Pirsûsê bûn û ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, ji ber ku leşker wan berdan dest bi çalakiya biçîbûnê kirin.
250 Welatiyên herêma Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re derbasî navçeya Pirsûs a Rihayê bûn, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin.
Leşkeran navên welatiyan qeyd kirin û wêneyên wan yek bi yek girtin û wan li stada Basketbolê ya li Pirsûsê girtî hiştin. Piştre leşkeran hemû derî û pencereyên stadê bi temamî girtin. Êdî li stadê ji ber hejmara zêde û girtina derî û pencereyan ba nema têre diçe û tê. Ev yek rewşa tenduristiya welatiyên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin dixe metirsiyê. Leşkerên Tirk heta niha gelek caran girtine ser stadê û astengiyan ji welatiyan re derdixin û hemû tiştên bi wan re desteser kirin.
Îro ji ber vê welatiyên li stadê ku dixwazin derkevin û leşkerên Tirk heta niha wan bernedane dest bi çalakiya birçîbûnê kirin û gotin ku heta neyên berdan çalakî wê dewam bike.
Duh jî leşkerên Tirk rojnamevanên herêma Kobanê Mustefa Balî û Xezna Nebî tevî Serokê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Kobanê girtin. Piştî lêpirsînê herdu rojnamevan, serokê saziyê û kesekî din jî serbest hatin berdan. Lê welatiyên din ji leşkeran ew girtine û dixwazin derkevin û biçin gel xizmên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê heta niha nehatine berdan