Kobaniyên di binê çavan de nayên dermankirin

Kobaniyên di binê çavan de nayên dermankirin

Rojnamevan jî di nav de nêzî 160 Kobaniyên li Lîseya Fen a Pirsûsê di binê çavan de tên ragirtin, tê gotin ku wê ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê bên lêpirsîn. Kobaniyên nexweş ên di binê çavan de tên ragirtin jî nayên dermankirin.

Nêzî 160 kesên ku di nav de rojnamevan jî hene yên berî du rojan ji deriyê sînor ê Kobanê derbasî Pirsûsê bûn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku Kobaniyên li avahiya Lîseya Fen a Pirsûsê tên ragirtin, ji bo lêpirsînê tên rawestandin. Parlamenterên HDP'yî di hevdîtina bi Waliyê Rihayê re diyar kirin ku ji wan re hatiye ragihandin, wê ekîbek taybet a ji Enqereyê lêpirsînê bikin. Tê payîn ku ekîba lêpirsînê îro yan jî sibê bigihêje Pirsûsê.

Ji ber pêkanînên xrab û heqaretên di binê çavan de li wan hatine kirin Kobaniyan duh dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya xwe dewam dikin. Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin de nexweş jî hene û nayên dermankirin. Hat diyarkirin ku daxwaza Kobaniyan a ji bo hatina doktor, rastî bersiva tund a leşkeran hatiye û leşkeran ji wan re gotine, "Nexweşxane nîne, doktor jî nîne. Bila doktorên we bên li we binêrin." Hat gotin ku rewşa tenduristiya Xezne Nebî û Kendal Faris ên di binê çavan de ne, nebaşe.