Kobaniyê 8 rojan rehîn hat girtin axivî

Kobaniyê 8 rojan rehîn hat girtin axivî

Di encama dijwarbûna şer û pevçûnên li Kobanê di 6’ê Cotmehê de 261 Kobaniyên di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re li ser daxwaza rayedaran derbas bûn, di nava wan de zarok, jinên du canî, pîr û rojnamevan jî hene hîna rehîn tên girtin. Ji rehîneyan Yusuf Bêkar ê serbest hat berdan ji ber îşkence û nêzîkatiyên xerab got: “Ger mêvanperwerî ev be em mêvantiya wiha naxwazin” û diyar kir wê vegere Kobanê.

Kobaniyê bi navê Yusuf Bêkar ê 30 salî ku ji ber şer û pevçûnên li Kobanê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re li ser daxwaza rayedaran piştî derbasî bû 7 rojan rehîn hat girtin, duh serbest hat berdan. Bêkar diyar kir ji ber zêdebûna şer û pevçûnên li Kobanê neçarmane hatine Pirsûsê, wiha got: “Piştî em derbasî vî alî bûn şûnde em hemû li kamyonekê siwar kirin. Em birin cihekî dûr. Piştre me zanîbû ew der dibistane. Piştî li vir yek bi yek navê me hemûyan nivîsandin em xistin cihekî. Ji me pirsa ‘Hûn çima hatine vir? kirin. Me got em ji ber şer hatine.”

‘EM MÊVANTIYA WISA NAXWAZIN’

Bêkar anî ziman ku leşker û rayedaran ji wan re gotine mêvanên wan in û tiştên ji serê wî derbas bûye wiha anî ziman: “Piştre hevalên me girtin wê li wan xistana. Piştre kêr dan stûyê me û em tehdît kirin. Gotin me ‘heke hûn neaxivin wekî DAIŞ’ê em ê we serjê bikin’ Li wir ne av ne jî xwarin dan me.” Bêkar diyar kir ku wan ji leşkeran re gotine “heke mêvanî ev be em mêvaniya wisa naxwazin” û got ku piştre ew birine Salona Sporê ya Pirsûsê û tiştên ku li wir jiyane jî wiha vegot: “Li derdora me gelek polîs û leşker hebûn. Em hemû yek bi yek girtin lêpirsînê. Pirsa ‘hûn çima ji evqas dereng ji Kobanê derketin’ j ime kirin. Me jîg ot em li mal û milkê xwe bûn. Pirsa em YPG’î ne yan na ji me kirin, me jî gote wan na, em ji ber şer hatine vê derê.”

‘EM HEMÛ LI ERDÊ RAZANDIN’

Bêkar bal kişand li ser şert û mercên li Salona Sporê ya Pirsûsê jî ev tişt anî ziman: “Em hemû li erdê razandin. Av nedidan, ava ku em dest û rûyê xwe bişon jî tune bû. Tişta ku li vir bi me hate kirin tu kesan nekir. Em di greva birçîbûnê de bûn ji ber vê yekê me xwarin nedixwar. Xwestin bi zorê bi me bidin xwarin, me qebûl nekir. Bi min re 13 kesên din jî berdan. Lê hê jî gelek heval û xizmên me li wir in.”

‘EZ Ê BIÇIM KOBANÊ’

Bêkar destînîşan kir ku pirsa heval û xizmên xwe kirine lê bi gotina “Îro yan jî sibehê dê bên berdan” hatine xapandin û wiha got: “Em dixwazin hemû bên berdan. Me tiştek nekir. Ez li vir bang li hemû kesan dikim. Bila alîkariya me bikin em li van deran pêrîşan bûn. Bila miletê me alîkariya me bikin. Bila her kes bê Kobanê, alîkariyê bide em axa xwe rizgar bikin. Ew der welatê me ye, namûs û şerefa me ye.” Bêkar ê ku 3 zarokên wî hene diyar kir ku piştî zarok û malbatan xwe li vir bihêlê dê vegere Kobanê û bi banga “kesên ku dixwazin bila bi min re bê” axaftina xwe bi dawî kir.