'Kobanê di nasandina siyaseta Kurd de xala werçerxê ye'
'Kobanê di nasandina siyaseta Kurd de xala werçerxê ye'
'Kobanê di nasandina siyaseta Kurd de xala werçerxê ye'

Berpirsyarê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar da zanîn ku bi berxwedana Kobanê re, nêrîna siyaseta navneteweyî ya li Kurdistanê guheriye. Mele Bextiyar di hevdîtina bi rayedarên Kantona Kobanê de got, "Kobanê, di nasandina Rojavayê Kurdistanê û her parçeyên Kurdistanê li qada siyaseta navneteweyî de, bûye wesîleya veguherîneke girîng."
Di hevdîtinên navbera heyetên YNK û Kantona Kobanê ya li ser rewşa dawî ya li Rojava de, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Huso û li ser navê YNK'ê endamê Polîtburo û Berpirsyarê Polîtburo Mele Bextiyar amade bûn.
Enwer Muslim di hevdîtinê silavên taybet ên şervanên jin û YPG'ê yên li Kobanê şer dikin û kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina pêşmergeyan ji bo destekkirina Kobanê ragihand.
Muslim bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya hatiye afirandin û got, "Ji çar parçeyên Kurdistanê mirovên me li Kobanê şehîd ketine, lewma Kobanê ne tenê ya Rojavayiyan e. Ev şer şerê demokrasî û mirovahiyê ye. Çawa ku em îro Kobanê diparêzin, em neçar in Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanê jî bi heman rengî biparêzin."
Mele Bextiyar jî siyaseta YNK'ê nirxand û bi vî rengî bal kişand ser piştevaniyê: "Ji roja destpêkirina şer û vir ve ji Serêkaniyê heta Kobanê helwesta ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) nîşan daye, felsefe û nêrîna YNK'ê ye."
Berpirsyarê Polîtburo Mele Bextiyar da zanîn ku ew ji destpêkê ve alîgirê rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê ne û destnîşan kir ku her çend nêrîn û pêşniyarên wan ên cuda hebin jî, ev nêrîn û pêşniyar li pêşiya bicihanîna wezîfeyên neteweyî nebûne asteng.
Mele Bextiyar da zanîn ku Kobanê hevsengiyên li Kurdistanê guhertiye û ji bo guhertina li qada navneteweyî rê li ber vekiriye got, "Di naskirina Rojava û Kurdistanê ji aliyê siyaseta navneteweyî ve de, Kobanê roleke girîng lîstiye. Pirsgirêka Kurd êdî derketiye derveyî siyaseta mafên mirovan, veguheriye siyaset û demokatîkbûyîna herêmê. Êdî bêyî behskirina Kurdistanê kes nikare behsa demokrasiyê bike."