KNK: Parastina Rojavaya Kurdistanê erka netewî ye

KNK: Parastina Rojavaya Kurdistanê erka netewî ye

Konseya Rêvebe a KNK'ê bi daxuyaniyekê 1. salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û destnîşan kir ku parastina Rojavayê Kurdistanê parastian neteweyî û welatî ye.

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1. salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera şoreşê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de gelê Kurd bi gaveke şoreşgerî qedera xwe hilgirtiye destê xwe û hat diyarkirin ku, ji destpêka rûdanên li Sûriyê ve Kurdan rê nedane hem rejîm hem jî hêzên opozîsyonê Kurdistanê kontrol bikin û bikine meydana cenga xwe.

Di daxuyaniyê hat gotin, " Bi vî giyanê Kurdistanî û şoreşgerî gund bi gund, tax bi tax û bajêr bi bajêr îdareya xwe ya xweser organîze kirin, li dijî neyaran yêkîneyên leşkerî yên parastinê, ji bo aramiya navxweyî jî hêzên asayîşa welatî pêkînan, di warê polîtîk da jî bi peymana Tîrmeha 2012ê ya Hewlêrê li bin siwaneya Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê yêkîtîya xwe ava kirin. Ji wê rojê were çeperên xwe xurttir kirin û sîstemê xwe bi xwe îdarekirinê jî pêşve birin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser êrîşên ji her çar aliyan ve li dijî deskevtiyên li Rojavayê Kurdistanê tên kirin ku destnîşan kir ku bi van êrîşan re tê xwestin, ahengiya navbera Kurdan ji holê bê rakirin û Kurdan di nava xwe de mijûl bikin.

KNK'ê, girîngiya xwedîderketina li deskevtiyên Rojava destnîşan kir û got, " Cihê şahiyê ye ku xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan jî beramberî vê polîtîka neyaran hemû hêz û şiyanên xwe seferber kirin û xelkê me yê Rojavayê bi tenê nehêlan. Ji bakur, ji rojhilat, ji başûr û hemû meydanên diasporayê Kurd û Kurdistaniyan destek û piştevanîya xwe herikandine Rojavayê. Di eynî wextî da mixabin û cihê daxê ye ku girtina dergehê Pêşxabûr yê li ser Dicleyê û astengkirina hatûçûya bi vê rêyê ya di navbeyna Başûr û Rojavayê da tesîreke negatîv li ser jiyana xelkê me yê Rojavayê û herweha sîstemê parastina welatî ya beramberî neyaran kir."

KNK'ê da xuyakirin ku divê di salvegera yêkemîn ya avabûna sîstemê xweser a Rojavaya Kurdistanê de ew kêmasî û şaşiyên navxweyî neyêne dubare kirin û hemû rê û rêbazên di navbeyna Başûr û Rojavayê da bêne vekirin û piştevaniyeke gelek bi hêz û xurt digel xelkê me yê Rojavayê bête kirin."

KNK'ê anî ziman ku ji bo parastina Rojavayê hemû Kurd û Kurdistanî divê destê xwe bidine hev û got, "Parastina Rojavaya Kurdistanê erkekî neteweyî û welatî ye. Divê li Rojavaya Kurdistanê, ji bo aştî, aramî û xweş,ya hemû Kurd û Kurdistanîyan sîstemekî azad, demokratîk, wekhev, dadyar, sosyal û sekular bi hev re bê ava kirin. Li Rojavaya Kurdistanê divê yek artêş, yek asayiş, yek mekanîzmayên îdarî û rêvebirî hebin. Di van waran da duserîtî têkbirina destkevta Rojavaya Kurdistanê ye û bi çu rengî nayê qebûl kirin."